'Bila êdî kujerê keça min bê cezakirin'

WAN - Dayika Dîlek Ozîster a Nîhat Ozîster ew kuştibû Ayten Ozîster, ji bo danişîna doza di 21'ê Tîrmehê de bê dîtin û kujer bê darizandin banga tevlîbûnê kir. Ozîster xwest êdî doza 3 salin didome bi encam bibe û wiha got: "Êdî naxwazim careke din kujerê keça xwe li eywanên dadgehan bibînim."

8'emîn danişîna doza Dîlek Ozîster (32) a Nîhat Ozîster ew qetil kir dê di 21'ê Tîrmehê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê bê dîtin. Dayik û keça Ozîsterê xwestin ku kujerê ku 12 salan şidet li Dîlekê kir û di 12'ê Kanûna 2014'an de bi kêrê ew kuşt bê cezakirin.

Dayik Ayten Ozîster, dest nîşan kir ku êdî ew naxwaze kujerê keça xwe li eywanên dadgehan bibîne û wiha bang li raya giştî kir: "Wî keça me kuşt. 3 sal in kezeba me dişewite. Bila cezayekî giran bidinê da careke din jin neyên kuştin. 3 sal derbas bûne lê hîn jî ceza lê nehatiye birîn. Daxwaza me ji her kesî ew e ku piştevaniya me bikin. Bila di vê danişînê de ceza bê dayîn. Êdî naxwazim careke din kujerê keça xwe li eywanên dadgehan bibînim."

‘BILA CEZA LÊ BÊ BIRÎN'

Keça Ozîsterê, Îlknûr Ozîster a 15 salî jî wiha axivî: "Bila dadwer û dozger cezayekî giran bidin. Dixwazim muebetê bidinê." Ozîster xwest ku bi taybetî jin piştevaniya wan bikin û wiha axivî: "Bila jin bi awayekî xurt piştevaniyê bikin ku cezayekî giran li vî cinwarî bê birîn. 3 sal in ku ceza lê nebirîne. Bila di vê danişînê de li me binihêrin û ceza bidinê."