'20'ê Tîrmehê ji bo min roja bê bavîtiyê ye'

RIHA - Yagmûr Şeker, keça Îsmet Şeker ku yek ji wan kesên ku li Pirsûsê hat qetilkirin, diyar kir ku di destê bavê wê de şekir hebû û wan wî wisa bi rê kiriye. Keç Şeker wiha got: "Her tişt bi Pirsûsê dest pê kir û heke Pirsûs bê ronîkirin dê her tişt derkeve holê. Ew roj ji bo min roja bê bavîtiyê ye. Ne 2 sal 200 sal jî di ser re derbas bibin em ê bibêjin edalet û edalet."

Di ser qetilkirina 33 ciwanên sosyalîst de 2 sal derbas bûn. Dema di 15'ê Îlona 2014'an de DAIŞ'ê ji sê milan ve bi tank û topan û çekên giran êrîşî Kobaniyê kir, ji gelek derdorên Tirkiye û Kurdistanê nêzî 300 ciwanên dildar û welatperwer xwestin di pêvajoya jinûveavakirina Kobaniyê de cih bigirin û ji bo vê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ketin nav liv û tevgeran û li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê civiyan.

Ciwanên ku hîn li bendê bûn ku Kobaniyê derbas bikin, di dema daxuyaniyê de xwekuj Şeyh Abdurrahman Alagoz ku hat diyarkirin endamê DAIŞ'ê ye di nav ciwanan de xwe teqand û di dema teqînê de 33 ciwan jiyana xwe ji dest dan û her wiha bi dehan kes jî birîndar bûn. Ji bo kesên di teqînê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn, ev 2 sal in bênavber lêgerîna ji bo edaletê didome û malbat û gelek saziyên sivîl bi dirûşmeya "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" di 20'ê her mehê de saet di 18.00'an de li Halîtagaya Stenbolê çalakiya rûniştinê li dar dixin.

PIŞTÎ 18 MEHAN ŞÛNDE DANIŞÎNA EWIL

Piştî komkujiyê bi 18 mehan şûnde dosyeya lêpirsînê temam bû û îdianame hat amadekirin. Piştî îdianameya ku ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin doz hat vekirin. Di îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Rihayê der barê komkujiya ku 33 kes jiyana xwe ji dest dan û 70 kes jî birîndar bûn amadekir de, ji bo Yakûp Şahîn ku ji ber sûceke din girtiye û Denîz Buyukçelebî û Îlham Balli yên li Sûriyeyê ne de herkê 104 sal muebeta giran tê xwestin.

'HER TIŞT BI PRISÛSÊ DEST PÊ KIR'

Yagmûr Şeker, keça Îsmet Şeker ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku ji 20'ê Tîrmeha 2015'an heta niha jiyana wan veguheriye kabîsan, lê belê ew ê ji bo bîranîna rêwiyên xeyalan tim ji bo edaletê bitêkoşin.

Şeker, anî ziman ku her 20'ê Tîrmehê ji bo wan cihê êşeke din e û wiha axivî: "Di dest wî de şekir hebû û me wî wisa bi rê kir. Her ku 20'ê Tîrmehê tê heman tiştî hîs dikim. Em ê ji kesên ev tişt anîn serê me hesab bipirsin. Cezayekî biçûk wek diyariyê li emniyetê birîn û dixwazin bi vî awayî ser bigirin. Lê belê em baş dizanin ku her tişt bi Pirsûsê dest pê kir kir û heke Pirsûs bê ronîkirin dê her tişt derkeve holê."

'NE 2 SAL 200 SAL JÎ DERBAS BIBE EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'

Şeker, diyar kir ku ji aliyê rayedaran ve Navenda Çandê ya Amarayê hatiye girtin û wiha axivî: "Lê em baş dizanin ku li wir çi qewimiye. Dê malbat hesab ji kujeran bipirsin. 2 sal derbas bûn ku bavê min ji min wergirtin. Ez 17 salî bûm. Em li edaletê geriyan, me di bin geramhiyeke 50 pileyî de dan sekinandin. Lê belê, ew jî li wî baxçeyî di germahiyeke wisa de şewitîn. Em dixwazin ew kujer bê û hesab bide û em dixwazin ka tiliya kê tê de ye. Ew roj ji bo min roja bê bavîtiyê ye. 2 sal derbas bûn, lê hîn jî hînê tunebûna wî nebûme. Bi ser vê de jî dixwazin em bêdeng bimînin. Ne 2 sal 200 sal jî di ser re derbas bibin em ê bibêjin edalet û edalet."

Arjin Dilek Oncel - dihaber