RIHA - Di ser qetilkirina 33 ciwanên endamên SGDF'ê ku li Pirsûsê hatibûn qetilkirin re 2 sal derbas bûn, lê belê hîn jî di dozê de geşedanên berbiçav çênebûne. Parêzera dozê Sevda Çelîk Ozbîngol got ku tê xwestin ku dosye bê bersûc û kiryar bê hiştin.
Di ser qetilkirina 33 ciwanên sosyalîst de 2 sal derbas bûn. Dema di 15'ê Îlona 2014'an de DAIŞ'ê ji sê milan ve bi tank û topan û çekên giran êrîşî Kobaniyê kir, ji gelek derdorên Tirkiye û Kurdistanê nêzî 300 ciwanên dildar û welatperwer xwestin di pêvajoya jinûveavakirina Kobaniyê de cih bigirin û ji bo vê di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ketin nav liv û tevgeran û li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê civiyan. Ciwanên ku hîn li bendê bûn ku Kobaniyê derbas bikin, di dema daxuyaniyê de xwekuj Şeyh Abdurrahman Alagoz ku hat diyarkirin endamê DAIŞ'ê ye di nav ciwanan de xwe teqand û di dema teqînê de 33 ciwan jiyana xwe ji dest dan û her wiha bi dehan kes jî birîndar bûn.
Parêzera dozê û di heman demê de Hevseroka HDP'a Bajêr a Rihayê Sevda Çelîk Ozbîngol, balê kişand ser pêvajoya dozê.
'POLÎS LI DÛRÎ CIHÊ BÛYERÊ SEKINÎ BÛN'
Ozbingol, anî ziman ku firsenda ku ew ciwanên sosyalîst ên bi pêşengiya SGDF'ê hatin Pirsûsê nas bike çêbûye. Ozbingol, got ku li cem kesên hatibûn tenê pênûsên boyaxan, pirtûk, lênûsk û pêlîstok hebûn û wiha domand: "Di 19'ê mehê de bi boneya rizgarkirina Kobaniyê de bi destûra Qeymeqamê Rihayê em heyetek çûn Kobaniyê. SGDF'î jî li ber derî sekinî bûn. Ji bo çûyînê serî li qeymeqamtiyê dabûn. Wê rojê min û çend ciwanan hev nas kir. Xwestin di warê çûyînê de em alîkariya wan bikin. Aşkere dixuya ku hewldana wan hewldaneke mirovî bû. Ji çarhawirdorê welat mirov li wir bûn. Diyar kiribûn ku ew ê roja dinê ji bo çûyîna Kobaniyê daxuyaniyê bidin. Ji bo daxuyaniya ku dê bidin em jî roja din ber bi Pirsûsê ve çûn û me ew xebera reş bihîst. Dema em gihaştin wir hîn jî bêhna barûdê dihat. Polîs dûrî cihê bûyerê disekinî. Ev jî îhtimala ku dê bûyer dubare bibe dianî bîra mirov. Xebatkarên navenda çandê, xebatkarên şaredariyê, gel û ekîpmanên zabiteyan hewl didan birîndaran xelas bikin. Hin kesan li wesayîtan dikirin û dibirin nexweşxaneyê."
'DÎMENÊN DER BARÊ BÛYERÊ DE HATIN VEŞARTIN'
Ozbingol, pirsnîşanên der barê teqînê de jî wiha vegotin: "Beriya bûyerê hemû dîmen hebûn, lê qeydên kamareyan ên piştî bûyerê tune ne. Ev jî nîşan dide ku ev hewldan hewldaneke ku ji bo kiryarên bûyerê neyên dîtin. Paşê pêvajoya tiba edlî dest pê kir û ez bi xwe jî daxilî pêvajoyê bûm. Lêkolîn hatin kirin, lê belê çi hîkmet be hat diyarkirin ku mobeseya li hêla baxçe dinihêre dîmen qeyd nekirine. Paşê bi riya dosyeyeke din, yanî piştî bûyerê bi sal û nîvekê derket holê ku ev agahî hene, lê nexistine dosyeyê."
Ozbingol, dest nîşan kir ku piştî bûyerê gelê ku xwestiye alîkariya birîndaran bike hatiye astengkirin û hin agahî bi dest ketin ku ew wesayîtên sivîl ên birîndar birine nexweşxaneyê polîs bûne. Ozbingol, diyar kir ku piştî bûyerê der barê Muduriyeta Polîsan a Bajêr de lêpirsînek hatiye destppêkirin, lê belê bi biryareke ku bi tu awayî nayê îzahkirin li mudurê emniyetê bi şertê 12 texsîtan 7 hezar û 500 lîre cezayê pereyî hat birîn.
Ozbingol wiha domand: "Wek hûn dizanin emniyetê wisa bersiv dabû; 'Me tevdîrên xwe wergirtibûn. Me îstixbarata ku xwekuj heye wergirtibû, lê belê me ancax tevdîra xwe wergirt.' Her wiha ji bo mîtînga me ya 19'ê mehê jî tu tevdîr nehatibûn wergirtin. Yanî hêzên dewletê hay ji bûyerê hebûne, lê belê peywira xwe bi cih neanîne. Mesela dema wesayîtên dikevin navçeyê tên arav û taravkirin, lê belê çawa çêdibe ku xwekuj wisa bi rihetî çalakiya xwe pêk tîne. Heke qeydên kamerayê bi temamî bên dê bûyer zelal bibe. Di vê pêvajoyê de ji ber îhmalkarî û pasîfbûnê berpirsiyariya hêzên dewletê tê de heye."
KOMKUJIYA ENQEREYÊ DOSYEYA PIRSÛSÊ HINEKÎ ZELAL KIR'
Ozbingol, anî ziman ku heta demeke dirêj li ser dosyeyê biryara nepeniyê hebûye, dozger û yekeyên peywirdar ên dosyeyê piştî hewldana derbeyê ji peywirê hatine dûrxistin, lê belê dema der barê dozger û peywirdaran de kirarî dihatin kirin, di warê sûcên wan an jî kêmasiyên wan de bi awayekî cidî derhuqûqî û pêvajoyên binpêkirina huqûqî xwe dane der û wiha domand: "Huqûq tenê ji delîlên ku hêzên dewletê amade dikin pêk nayê. Dosyeyên têkildarî komkujiya Pirsûsê, yek ji wan jî di encama lêpirsînên ku li Pirsûsê hatine meşandin de derneketine holê. Çawa ku dosyeya Komkujiya Enqereyê û beyanên bersûcan hatin tespîtkirin, paşê bi qismî be jî dosyeya Pirsûsê jî zelal bû. Çimkî, teqîna li Amedê, paşê teqîna li Pirsûsê û ya Enqereyê bi hev ve girêdayî ne û divê bi awayekî serbixwe neyên nirxandin. Her çi qas 2 sal derbas bûbin jî hin hurgulî derketin holê. Lê belê ev bi lêpirsîna Pirsûsê dernektin holê. Bi saya dosyeya Komkujiya Enqereyê derketin holê."
MEXDÛR ZÊDE NE BERSÛC TUNE NE!
Ozbingol, dest nîşan kir ku di danişîna ewil de hêla kesên ku zirar ji komkujiyê dîtine tije bû, lê hêla bersûcan vala bû. Ozbingol, anî ziman ku gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî xwestin mudaxil bibin, lê belê heyeta dadgehê nehiştiye. Ozbingol, dest nîşan kir ku ev êrîş tenê li dijî şexsan nehatiye kirin, li dijî sazî û partiyên girêdayî wan in jî hatiye kirin û ji ber vê divê hem serîlêdanên HDP'ê û hem jî yên SGDF'ê bên qebûlkirin.
Herî dawî Ozbingol wiha got: "Baweriya me qet bi agahiya ku ji bilî bersûcekî bersûcên din mirine, nayê. Tê diyarkirin ku bersûc Denîz Buyukçelebî di serdegirtina malekê de hatiye kuştin, lê belê malbata Buyukçelebî teşhîs kir ku ev kes ne kurê wan e. Bi vî awayî tê xwestin ku dosye bê bersûc û kiryar bê hiştin. Lê belê em ê di danişîna bê de jî li wir bin. Di ser re bûyerê re 2 sal derbas bûn, lê geşedaneke berbiçav çênebûye. Lê belê heta ku edalet neyê em ê dev ji vê dozê bernedin."