ENQERE - HDP, ji bo çareseriyê ji pirsgirêkên "kangrenbûyî" yên Tirkiyeyê re peyde bike û di pêvajoyên pêş de ji bo vê yekê bihevkariyî bitêkoşe, plana deklarasyoonekê dike û dê vê deklarasyonê li Stenbolê aşkere bike.
Plana têkoşînê ya ku demeke dirêj e HDP li ser hûr bûbû temam bû. Di vê deklarasyonê de plansaziya pêvojoyên pêş jî cih digire. Bi vê deklarasyonê tê xwestin ku Tirkiye ji vê pêvajoya sancûyî rizgar bibe. Deklarasyon ji 9 madeyan pêk tê û wek "Deklarasyona têkoşîna demokrasiyê' tê pênasekirin. Dê deklarasyon di 20'ê Tîrmehê de li Parka Abbasaga ya Stenbolê di Şahiya Demokrasiyê de bi raya giştî re bê parvekirin.
Bi vê deklarasyonê dê perpektîfên çareserkirina pirsgirêkên ku di qadên demokrasî, wekhevî, edalet û azadiyê de xwe didin der bên berpêşkirin.
Dê ev deklarasyon di warê çareserkirina pirsgirêka kurd ku yek ji wan pirsgirêkên Tirkiyeyê ya "kangrenûyî" ye û di warê pirsgirêkên binpêkirina ked, mafên mirovan û têkoşîna jinê de nexşerêya HDP'ê be.
Dê deklarasyon bi beşdarbûyîna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Berdevkê Partiyê Osman Baydemîr, Berdevka Meclîsa Jinê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û gelek parlementeran bê daxuyandin.