MÊRDÎN – Welatiya gunde Şemikê Bedia Yener (60) ya hevjînê wê û birayê wê di madenê de bi penceşêrê jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku malek wê li Sûrê jî hat ruxanindin û niha jî dixwazin mala wê ya li gund birûxînin û wiha got: “Dema em çûn Amedê jî sebra min bê gund nehat. Me bikujin jî em dernakevin.”
Dayika 16 zarokan Bedia Yener (60) ya li gundê Şemika ya Şemrexa Mêrdînê dijî, di sala 1991’an ji ber êrîşa cerdevanan ji gund koçî Amedê kir. Li Deriyê Mêrdînê ya Sûrê bi cih bûn. Zarokên Yener li Sûrê man, Bedia û hevjînê xwe Feraç Yener jî vegeriyan gund. Yener diyar kir ku hevjînê wê Feraç di medena li gund xebitî, feqîrî bû neçar bû bixebite û wiha got. “Hevjînê min di 2009’an de ji ber toza madenê penceşêra cigra spî girt û jiyana we ji dest da. Heman demê de birayê min Şêxmus Onen bi penceşêrê mirin.”
‘BIJÎŞK GOT “MA TU HERIYÊ DIXWΔ’
Yener anî ziman ku ew jî nexweşket çû Amedê bijîşk jêre gotiye “ma tu tenê heriyê dixwî. Cigerê te hemû qume”. Yener diyar kir ku hewa û ava gund hemû toza madenê ye. Di qedexeya 2015’an a navçeya Amedê Sûrê de mala Yener ruxiya. Yener da zanîn ku di mala wê de bihayê 100 hezar TL eşya hemû lê tenê 5 milyar dane wan. Yener destnîşan kir ku niha jî dibêjin ji vir derbikevin û wiha pêde çû: “Ev warê me ye, cihê bav û kalên me ne, em naxwazin ji vir derbikevin. Miriyên me di vir de ne. Ez jiyana xwe li ser vî erdî diborînim. Mirov dê çawa axa dayîk û bavê xwe ji bîr bike. Kurê min li bajêre got were lê sebra min li bajêr nayê. Zarokên min çûne lê eger min bikujin jî ez ji axa xwe naçim."
Beritan Îrlan -dihaber