ŞIRNEX – Mehmet Cemal Belûş gund bi gund û kolan bi kolan digere û etariyê dike. Bi sabûna kizwanan tiştên xurde ji welatiyan dikire. Belûş, diyar kir ku bi vî karî ahenga ekolojiyê jî diparêze.
Şêniyê ji Silopiya Şirnexê Mehmet Cemal Belûş (32) bi karê xurdevaniyê debara malbata xwe dike. Belûş diyar kir ku hespê wî hevrêyê wî ye û her roj bi hespa xwe gund bi gund û kolan bi kolan digere û xurdeyan kom dike. Li aliyekî di nav kûçeyên teng ên gundan de dengê “Xurdecî hat, werin sabûnê” tê û li aliyekî jî dengê nalê hespê xurdevan li kolanan olan dide. Belûş li hemû kolanên gund û navçeyê digere. Hesin, plastîkê kevn û tiştên xurde berhev dike. Belûş li beranberî xurde sabûnên difiroşe jinan û bi vê bazirganiyê xwe û welatiyan jî memnûn dike.
JI AJOKARIYÊ BER BI XURDEVANIYÊ VE
Belûş beriya qedexeya derketina kolanan li Silopiya bi ajokariyê debara xwe dikir. Piştî vê qedexeyê cezayê kontrola serbestî xwar dev ji ajokariyê berda û dest bi karê xurdetiyê kir. Belûş destnîşan kir ku ew saet di 05.00’an de bi tevlî hespê xwe ve derdikeve rê û wiha got: “Ji bo ez pereyê nanê xwe derbixim derî bi derî digerim. Bi berhevkirina xurdeyan bû çavkaniya debara malbata min. Karê min berê rehet bû. Lê piştî kontrola serbestî dan min neçar mam ku vî karî bikim. Heke ez vî karî jî nekim em ê birçî bimînin.”
‘ŞER ABORIYÊ JÎ XELAS KIR’
Belûş anî ziman ku ji ber polîtîkaya şer a hikûmetê aborî rawestiyaye û wiha axivî: “Ji ber pêvajoyê kes tiştek nakire û nafiroşe. Em zed zehmetiyan xurdeyan kom dikin lê bes em heqê keda me dernakeve. Ez kîloyek xurde bi 400 qirûşî dikirim bi 500 qirûşî jî difiroşim fabrîkeya xurdeyan. Herî zêde rojê 40-50 lîre qezenç dikim.”
JIN TAQASÊ TERCÎH DIKIN
Belûş diyar kir ku ew li beramberî xurdeyan sabûna kizwanan difiroşe welatiyan û wiha domand: “Li beramberî kîloyek û nîv xurde qalibek sabûn didim. Ez û jinan di karê danûsitendinê de sabûn û xurde taqazî hev dikin. Ez jî û ew jî ji vê rewşê memnûnin. Zilam bêtir bi pereyan distînin. Lê jin taqaziyê tercîh dikin.”
‘XURDEVANÎ PAQIJIYA DERDORÊ YE’
Belûş da zanîn ku karê ew dike ahengiya ekolojiyê jî diparêze û gotinên xwe wiha bidawî kir: “Heke ku mirov bêtir baldar tevbigerin dê qirêjiya hawîrdorê çênebe. Xurde paqijiya derdorê ye. Welatiyên xurde kom dikin hem derdor qirêjî nabe û hem jî fabrîke kar dike. Ji ber vî sedemî hem xweza qirêjî nabe û hem jî pereyê nanê me derdikeve.”