Li Şengalê revandin, Reqa, Heleb, Ezaz, Dîlok Silopiya û herî dawî dîsa vegeriya Şengalê

ŞENGAL - Jina êzidî E.H.E. salek û 10 rojan di destê DAIŞ'ê de dîl ma, bi derfetên xwe çawa ji destê çeteyên DAIŞ'ê xwe rizgarkiriye. E.H.E aşkera kir ku hêj 3 keç, hevjîn û 7 xwişk û birayên wê di destê DAIŞ'ê de ne, bi dayika xwe ya 80 salî re dikeve rêya zehmet a Şengalê û bi hêvî li benda wan êzidiyên dîl hatine girtin e.

Bi êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya sala 2014'an re ji 10 hezarî zêdetin jin û mêrên êzidî hatin revandin û bi hezaran hatin qetilkirin û firotin. Ev komkujiya ku wekî fermana 73'yan tê bi navkirin, hêj bi hezaran jin û mêrên êzidî di destê DAIŞ'ê de ne. Şervanên QSD û YBŞ'ê gelek jin û mêrên êzidî ji destê DAIŞ'ê rizgar kir, gelek ji wan jî bi derfetên xwe rizgar bûn. Jina bi navê E.H.E. yek jî ji wan jinên êzidî ye û bi derfetên xwe reviye û xwe gihandiye Şengalê. E.H.E. çîroka xwe ji dîhaberê re vegot.

Hêj 3 keç, hevjîn û 7 xweşk û birayên E.H.E.'yê di destê DAIŞ'ê de ne. Ji bo malbata xwe bi fikar e û ji ber wê jî naxwaze navê wê bê nivîsndin, bi hêviya dê ew kesên din jî bên rizgarkirin, xwe li jiyanê digire. Ji ber ku dayika E.H.E.'yê pîr e, wê jî li gel wê dihêlin û bi dayika xwe re ji destê DAIŞ'ê direvin. Lê ji ber ku malbata wê ji wan cuda dikin, derfetên revê bi hev re nedîtine.

'EMÎR EZ TESLÎMÊ NAVENDA KOMBÛNÊ KIRIM'

E.H.E. aşkera kir ku piştî dîl tê girtin, wê dibibin Reqayê, li wir tê firotin, di vê dema ku di destê DAIŞ'ê de ye, 4 caran tê firotin û piştrast kir ku herî dawî der barê wê de biryara darvekirinê derdixin. E.H.E. serdema ku li Reqayê maye, wiha anî ziman: "Di salekê de me gelek îşkence kişand. 5 mehan ez li gel emîrekê DAIŞ'ê mam û min cil û firaqên wî dişoşt. Piştre ez firotin kesekî din. Piştre emîr ez teslîmê navenda komkirinê kirim. Min li wir jî demekê xizmet kir. Pişt re ez firotim kesekê din. Rojekê dayika min nifte dît û anî; lê ji ber ku dayika min pîr bû, nikaribû bireve."

DAÎŞ'Ê FERMANA MIRINÊ DERXIST

E.H.E salek û 10 rojan di destê DAIŞ'ê de dimîne, gelek îşkence li wê tê kirin û di vê der barê de jî ev tişt got: "Min gelek caran firotin hin kesan. 3 caran hatim fiortin, pişt re min birin Helebê. Endamekî DAIŞ'ê hebû, ji eşîra Cisrawî bû, ev ji DAIŞ'ê jêj xirabtir bûn. Hevjîneke wî hebû, wê jî îşkence li min dikir. Cisrawî bi telefonê bangî hin kesan kir û hatin em birin cihekî ku me bikuje. DAIŞ'ê fermana mirinê dabû; ji ber ku min digot DAIŞ xirab e. Mi her derî rastiya DAIŞ'ê tanî ziman. Ji ber wê fermana mirinê derxistin. Gotin 'Em ê ziman, poz û guhê te jêkin û te bikujin' û gef xwarin."

LI HALEPÊ REVÎN

E.H.E. destnîşan kir ku ew bi dayika wê re ji bo kuştinê birine Helebê û di avahiyekê de ew hepis kirine, berî ku serê sibê DAIŞ'î bên malê, ji malê direvin. Demekê li malbateke dijberî DAIŞ'ê dimînin, bi alîkariya vê malbatê, di bin kontrola Ceyş El Hur (OSO) de heta qeraja Ezazê diçin. E.H.E. diyar kir ku wan bi pereyê ku dane ajovanekî, derbasî Ezazê dibin, piştre bi alîkariya kesekî heta sînorê Tirkiyeyê tên.

BI BAZIRGANÊ MIROVAN RE DERBASÎ DÎLOKÊ DIBE

E.H.E. li ser sînor teslîmê bazirganekî mirovan ê ji Tirkiyeyê tê kirin û E.H.E. serboriya xwe wiha tîne ziman: "Ez li vir dame kesekî tirk û ev mirovekî gelek xirab bû. Bi tirkî diaxivî û ji min gelek pere dixwest. Ji min re digot 'nasnameya te kanê ye', ji ber wê bi zorê ji min pere girt. Digot 'Heke tu pere nedî, ez ê te bişînim cihê ku tu lê hatî'. Ez jî tirsiyam û min pereyê xwe hemû da wî. Em birin Tirkiyeyê, ji ber ku DAIŞ'ê li gumê min xistibû, deng baş nediyat min û ji ber wê min bi malbata xwe re bi telefonê neaxivî. Wî tirkî ez birim qeraja Dîlokê. Min li wir ji birayê xwe re telefon vekir, birayê min hat qeraja Silopiyê. Ji ber ku min zêde fêm nedikir, min telefona birayê xwe da ajovan û heta Silopiya di têkiliyê de bû. Em hatin Silopiya û li wir derbasî Şengalê bûn."

DESTPÊKÊ AXA ŞENGALÊ MAÇ KIR

E.H.E. anî ziman ku dema ew li Şengalê peya bûye, karê wê yê destpêkê axa Şengalê maç kiriye, da zanîn ku Şengal warê wan e, hêviyên wê ew e ku rojek berî rojekê êzidiyên din jî bigihêjin azadiya xwe. E.H.E. navê xwişk û birayên xwe yên di destê DAIŞ'ê de jî parve kir, lê ji ber ewlehiya wan nexwest navê wan bê nivîsin û piştrast kir ku hêj 3 keç, hevjîn û 7 xweşk û birayên wê di destê DAIŞ'ê de ne.

Selamî Aslan - dîhaber