Di serdema OHAL'ê de 372 jin hatin qetilkirin

STENBOL - Platforma Em ê Kuştinê Jinan Rawestînin, aşkera kir ku di serdema OHAL'ê de, ji 20'ê Tîrmeha 2016'an heta Hezîrana 2017'an, bi giştî 372 jin hatine qetilkirin.

Di 20'ê Tîrmeha 2016'an de Rewşa Awarte (OHAL) hat îlankirin, di salekê de 3 caran dema OHAL'ê hat dirêjkirin. Ev salek e li Tirkiyeyê hiqûq ji holê hatiye rakirin, di vê pêvajoyê de êrîşên li dijî jin, zarok û civakê deketin asta herî jor. Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin, der barê kuştinên jinan de raporek amade kir û da zanîn ku ji 20'ê Tîrmeha 2016'an heta Hezîrana 2017'an, mêran 372 jin qetil kirine. Li gorî daneyên ku danîne holê di serdema OHAL'ê de, şidet û zimanê şidetê gelekî zêde bûye. Berpirsyarên Depoya Daneyan ên Platforma Em ê Kuştinê Jinan Rawestînin Eda Toper û parêzer Dîren Cevahîr Şen der barê mijarê de nêrînên xwe parve kirin.

Parêzer Dîren Cevahîr Şen da zanîn ku di serdema OHAL'ê de binpêkirinên mavan zêde bûne, lê di warê jiyana jinê de ev binpêkirinên mafan gelek zêde bûne. Li ser pirsa "OHAL ji hêla jinê ve tê çi wateyê", Şen ev bersiv da: "Di vê serdemê de gelek saziyên jinan hatin girtin, li gelek şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin û ev jî wekî mudaxaleyeke li dijî têkoşîna jinê ye."

REWŞA GIRTÎGEHAN

Şen aşkera kir ku ne tenê li derve, li girtîgehan jî binpêkirinên mafan gelekî zêde bûne û wiha pê de çû: "Bi OHAL'ê re pêkanînên keyfî derketin holê. Bi hincetên OHAL'ê, personelên li girtîgehan cezayên keyfî xistin dewrê." Şen diyar kir ku di serdema OHAL'ê de kuştinên jinan gelekî zêde bûne û wiha axivî: "OHAL tê wateya ji holê rakirina hiqûqê. Berê her roj 3 jin dihatin kuştin, niha rojê 5 jin tên kuştin. Ev dane dibêjin. Jin bi şêweyên cuda rastî şidetê tên."

JIN JI TÊKOŞÎNÊ RE PÊŞENGIYÊ DIKIN

Şen destnîşan kir ku di serdema OHAL'ê de jin bi hev re têkoşînê didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi rêya KHK'ê gelek jin ji memûrtiyê hatin avêtin. Van jinan an bi çalakiyên grevê, an jî bi çalkiyên aştiyane, dengê xwe derxistin. Nuriye Gulmen li girtîgehê di grevê de ye û xwe li ser piyan nagire. Em tenê karê xwe dixwazin."

DI SALEKÊ DE 372 JIN HATIN KUŞTIN

Berpirsyara Depoya Daneyan a Platforma Em ê Kuştinê Jinan Rawestînin (KCDP) Eda Toper, piştrast kir ku KCDP her sal rapora der barê binpêkirinên mafên jinan de diweşîne, li gorî raporê di 20'ê Tîrmeha 2016'an heta Hezîrana 2017'an bi giştî 372 jin hatine qetilkirin. Toper der barê binpêkirinên mafan ên serdema OHAL'ê de jî ev tişt got: "Ji ber OHAL'ê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hat qedexekirin. Rixmê vê jî jin derketin kolanan û pîrozbahî pêk anîn."

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ ZAROKAN ZÊDE BÛN

Toper derbirî ku di serdema OHAL'ê de şidet û sûcên li dijî zarokan jî zêde bûne û ev tişt got: "Li Aladagê di wargeh cemaetê de 11 xwendekar ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan. Her roj li wargehên xwendinê mafê zarokn tê binpêkirin. Tecawiza li dijî zarokan her ku diçe zêde dibe."

Toper anî ziman ku di serdema OHAL'ê de hem tecawiz, hem şidet, hem binpêkirinên mafan û hem jî kuştinên jinan derketiye asta herî jor û herî dawî ev nirxandin kir: "Her dem ku me xwest em li gorî jiyana xwe biryaran bidin, em hêj zêdetir nêzî mirinê bûn. Em di nava jiyanê de ne, nîveka cîhanê em in. Em ê dest ji azadiyên xwe bernedin."

Necla Demîr - dîhaber