32 rojin di bin çavan de ne

DENÎZLÎ – Ji 20 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa L a Antalya sewqî Girtîgeha Tîpa T a Denizliyê hatin kirin, jê 15 girtî 32 rojin di yek hucreyê de tên girtin.

Di 17'ê Hezîranê de 20 girtî ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Denizliyê kirin. Ji 20 girtiyên ku ji Girtîgeha Tîpa L a Antalya sewqî Girtîgeha Tîpa T a Denizliyê hatin kirin, jê 15 girtî 32 rojin di yek hucreyê de tên girtin. Nûnera Înîsiyatifa Piştevaniya Bi Zindanan Re ya Îzmirê Selma Altan, diyar kirin ku girtî bi pêkanînên keyfî re rû bi rû ne û girtî rastî îşkenceya keyfî tên. Altan, anî ziman ku parêzer dê vê hefteyê biçin Girtîgeha Denîzliyê û xwest ev pêkanîn demek berî demekê bi dawî bibe.