Fendîk ê polîsan kuşt spartin axê

COLEMÊRG – Necmettîn Fendîk ê bavê 7 zarokên ku polîsan li Geverê di serdegirtina malê de ew kuşt, bi tevlibûna hezaran kes spartin axê.

Polîsan di 17'ê Tîrmehê de li Taxa Gungor a Gevera Colemêrgê bi ser malê Necmettîn Fendîk ê bavê 7 zarokan de girtin û bi guleyan birîndar kir û duh jiyana xwe ji dest da. Malbata Fendîk bi tevlêbûna hezaran Necmettîn spartin axê. Piştî Fendîk li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ji bo otopsî birin Saziya Tipa Edlî ya Nexweşxaneya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê, malbatê cenaze wergirt û di saetên şevê de anîn Geverê. Cenazeyê Fendîk ji aliyê bi hezaran kesê ve di saetên sibê de, ji Mizkefta Taxa Kişla hat girtin, li ber hawar û zêmaran anîn goristana Taxa Orman ê. Fendîk piştî wecîbeyên olî spartin axê. Taziya Fendîk li mizgefta taxa Gungor a lê hat kuştin, hat danîn.

HEVJÎNA WÎ SERDEGIRTIN VEGOTI BÛ

Hevjînê Fendîk Kudret Fendîk dema serdegirtina malê de, ji ajansara me re nirxandibû û wiha gotibû: "Hevjînê min înşeatvaniyê dike û di saet 01.00 hat malê. Polîsên ku ser taxê de girtin, deriyê mala me bi tund lêxistin. Gava hevjînê min xwest derî veke, gule reşandin. Di dema hevjînê min birîndar kirin de, min xwest biçim gel wî, lê polîsan ez asteng kirin û devê min girtin. Nehiştin cîranên me serê xwe di paçeyan re derxîn in. Ên ku xwestin werin jî, bi çekên lole dirêj ew bi kuştinê tehdît kirin. Polîsan zaroka min a 9 mehî kaş kir avêt erdê. Zaroka min a din ku xwest xwe bavêje ser bedana bavê xwe yê birîndar, derp kirin. En ku xwestin hevjînê min bikujin, em ji cihê bûyerê dur xistin û amadekariya seneryoyekê kirin. Ji bo lêkolîna bûyerê, banî tu kesî nehat kirin. Bi lepikên xistîn destên xwe, hin tişt dikirin. Piştî 2 saetan banî ambulans kirin û hevjînê min rakirin nexweşxanê. Piştî hevjînê min rakirin nexweşxanê jî, abluqe xilas nebû. Nehiştin em biçin xweşxanê jî. Tiştên bi me dan jiyîn, hovîtî bû."