Binçavkirina rojnameger Erdem 7 rojên din dirêj kirin

RIHA – Xebatkarên rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya Zekî Erdem 9 roj û Mehmet Emîn Yilmaz jî 7 roje di binçavan de ne. Ji ber biryara “nepen” danîne ser dosyeya Erdem 7 rojên din jî dema binçavkirina wî hat dirêjkirin.

Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Zekî Erdem ê ji Edeneyê diçû Amedê di 11’ê tîrmehê de li ser rêya Siwêreg û Amedê hatibû binçavkirin. Erdem 9 roje li Salona Sporê ya Lîseya Sabîha Ozlek a girêdayî Midûriyeta Polîsan Rihayê tê ragirtin. Ji ber biryara “nepen” danîne ser dosyeya Erdem nayê zanîn ji ber çi sedemê hatiye binçavkirin. Hat gotin ku 7 rojên din jî dema binçavkirina Erdem dirêj kirine.

NAYÊ ZANÎN JI BER ÇI DI BINÇAVAN DE NE

Xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya Mehmet Emîn Yilmaz jî di 13’ê tîrmehê de li navçeya Pirsûsa Rihayê hatibû binçavkirin. Yilmaz jî li heman spora salonê tê ragirtin. Ji ber biryara “nepen” danîne ser dosyeyê 7 roje di binçavan de ye.

AGAHÎ NADIN PARÊZER JÎ

Parêzerê rojnamegeran Mîkaîl Yavuz duh çû salona sporê û bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anî. Yavuz diyar kir ku tu pirsgirêka her du muwekîlên wî nîne û silav şandine ji hevalên xwe derve re. Yavuz destnîşan kir ku dema binçavkirina Erdem 7 rojên din jî dirêj kirine û dema binçavkirinê derxistine 14 rojan. Yavuz anî ziman ku agahî derbarê dosyeyê de negirtine û dema îfadeyên emniyetê ew ê dizanibin muwekîlên wî ji ber çi hatine girtin.