Şêwira neteweyî PDK jî anî ser rêya rast

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnamey Rojeva Medya Îskan Şîvhelan bal kişand ser şêwra neteweyî ya ji hêla Kongreya Neteweyî ya Kuridstanê (KNK) ve li Başûr hat lidarxistin û aşkera kir ku bi pêşengiya KNK'ê, ji bo yekitiya neteweyî ya gelê kurd gaveke dîrokî hat avêtin. Şîvhelan got ku hema bêje ji hemû parçeyan piraniya tevger, sazî û partiyên kurdistanî beşdarî şêwira neteweyî ya li Silêmaniyê bûne û wiha got: "Naverok û xalên di encamnameyê de hatine diyarkirin ji bo pêşeroja gelê kurd hêviyê dide."

Nivîskarê Rojnameya Rojeva Medya Îskan Şîvhelan xebata KNK'ê erênî nirxand û piştrast kir ku vê xebatê PDK'ê jî aniye rê û wiha pê de çû: "Lê Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) tev li vê konferansa girîng nebû. Di nava gelê kurd de cihê mereqê ye ka çima PDK tev li şêwirê nebû?

Şîvhelan da zanîn ku li gorî agahiyên ku komîteya amadekar dane, di rojên ewilî de PDK’ê diyar nekir ku dê tev li civînê nebe û lewre jî ev bêdengiya wê wek helwesteke erênî hat nirxandin. Şîvhelan da zanîn ku lê piştre çi qewimî nayê zanîn û wiha pê de çû: "Beriya civînê 3 rojan, bi carekê PDK’ê ragihand ku dê tev lê nebin. Bêguman sedema tevlênebûna PDK’ê hevkariya wê ya bi Tirkiyeyê re û şirîkatiya wê ya bi rejîma Erdogan-Bahçelî re ye."

Şîvhelan destnîşan kir ku PDK niha di rewşeke krîtîk û balkêş de ye. Bi gotineke din di navbera nal û bizmarê de maye.

Şîvhelan di dewama nivîsa xwe de ev nirxandin kir:

"A yekemîn; PDK ji aliyekê ve ji ber polîtîkayên xwe yên şaş û ne li gorî berjewendiyên gelê kurd hatiye asta têkçûnê. Hema bêje di nava gelê Başûr de gihaştiye merheleya heliyanê. Xelk ji wê ne razî ye. Lewre pêwîstiya wê bi piştgiriya gel heye. Dixwaze vê yekê bi rêya referandumê pêk bîne. Lê gelek hêzên dagirker li dijî vê yekê ne.

A duyemîn; ji ber ku PDK’ê benên xwe xistine destê Tirkiye û Erdogan bi tirs û fikar nêzî gavên yekitiyê dibe. Beriya gavekê biavêje ewil li devê Erdogan û daxuyaniyên hikumeta AKP’ê dinihêre. Ji daxuyaniya Desteya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) jî tê fêmkirin ku armanca AKP’ê ew e ku li hemû cîhanê pêşî li statuya kurdan bigire.

PDK NEÇAR E KU BIRYAREKÊ BIDE

Di rewşekê de ku referandum li Başûr pêk bê nabe ku PDK di şaşiyên xwe de israr bike. Hela piştî şêwira neteweyî ya ku hêviyên yekitiya gelê kurd ev qas zindî kirine, PDK nikare parlamentoyê girtî bihêle û tevgerên din li derveyî pêvajoyê bihêle.

Lewre endamê Serkirdatiya PDK’ê Hêmin Hewramî duh ji çapemeniyê re ragihand ku wan wek PDK bi şêweyekî rasterast dest bi têkiliyên bi Goranê re kiriye û got ku PDK razî bûye ku bê şert û merc Parlamentoya Kurdistanê were çalakkirin. Hewramî ragihand ku ev daxwaz rasterast a Mesûd Barzanî bûye û êdî ew razî ye ku Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed jî vegere ser erka xwe.

Ev biryara PDK’ê û Barzanî di encama hewlên yekitiya neteweyî de pêk hatiye. Kifş bûye ku dawî li siyaseta hevkariya bi dagirkerên Kurdistanê re hatiye. Her wiha diyar e êdî PDK nikare mîna berê neyartiya hêzên siyasî yên muxalîf bike û zordestiyê li ser wan ava bike.

Heke helwesta yekitiyê ya hêzên siyasî yên kurd bidome, di demeke nêzîk de dê gelek encamên din jî yên erênî peyda bibin."