AMED – Rûniştina doza Parlamenterê HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken ku girtî tê darizandin hat dîtin. Balûken bi hinceta "şika sucê bi hêz" heye nehat berdan.
4'emlîn rûniştina doza Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken, ku 4'ê Mijdara 2016'an hat girtin û hêj girtî ye, li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Baluken ku bi daxwaza 18 sal cezayê girtîgehê tê darizandin berdewam kir. Balûken beşdarî rûniştinê nebû. Li salonê parlamenterên HDP'ê Feleknaz Uca, Sîbel Yigitalp û Ziya Pir endam û rêveberên HDP'ê û malbata Baluken amade bûn. Dozger di rûniştinê de biryara xwe xwend û xwest Balûken bi girtî bê darizandin.
EV KOMKUJIYA SİYASÎ YE
Prz. Rehyan Yalçindag, diyar kir ku der barê muwekilê wê de tu delîl tune û ev operasyonek siyasî ye û wiha got: "Ji ber muxalif in hiqûqa awarte li diji wan tê meşandin.Li dijî siyasetmedarên kurd komkujiya siyasî tê meşandin. Ev dosya bi tevahî ji derew û agahiyên pûç pêk tê. Li gori xala 83'yemîn a Qanûna Bingehîn divê mafê muwekilê min bê dayin. Dê biryar ji DMME derkete û em dê bi hevre encamê bibînin.
Prz. Mehmet Emin Aktar jî anî ziman ku dadger der barê wekîlan de biryara berdanê didin, lê dozger îcadek nû peyda kirine û piştî îtîraza dozgeran wekîl dubare tên girtin û wiha got: "Ev rêbaza dozgeran di hiqûqê de tune ye. Kê ev îcad kiriye ne diyar e. lê li dijî hiqûqê ye. Wekîlên me û siyasetmedar tên berdan û çend roj şûnde li ser îtîraza dozger dîsa tên girtin. Herî dawî der barê siyasetmedar Firat Anli de biryarek wisa hat dayîn.
Piştî parastinê, heyeta dadgehê li ser daxwaza dozger dîsa der barê Baluken de biryara berdewama girtinê da. Heyetê bi hinceta "şika sucê bi hêz" heye biryara darizandina girtî da.