Li Pasûrê 2 welatî hatin binçavkirin

AMED – Li navçeya Pasûrê di serdegirtina malan de 2 welatî hatin binçavkirin.

Li navçeya Pasûra Amedê di saetên serê sibê de polîsan bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna li malan bi dawî bû welatiyên bi navê Mefaîr Eren û Esat Adiguzel hatin binaçvkirin. Hinceta binçavkirina her du welatiyên hatin binçavkirin nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Pasûrê.