Li Kolana Yukselê 3 hatin binçavkirin

ENQERE - Çalakiya "Em karê xwe dixwain" li Kolana Yukselê 253 roj e berdewam dike, di êrîşa polîsan de 3 kes hatin binçavkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê y Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça 133 roj e berdewam dike, çalakgerên hem ji bo piştgiriyê bidin wan û hem jî "Em karê xwe dixwazin" li derve dewam dikin û di roja 253'yan de, çalakvan li qadan bûn.

Çalakvanan li Kolana Yukselê û li ber Birdariya Mafê Mirovan xwest daxuyanî bidin çapemeniyê, li Kuçeya Konurê li hev civiyan. Çalakvanan pankarta "Çalakiya grevê ya Nuriye û Semîh 133 roj e dewam dike, bi la Semîh û Nuriye dîsa hildin kar" hat vekirin û dirûşmên "Nûriye û Semîh rûmeta me ne" hatin berzkirin. Polîsan wekî her carê bi mertalan Kuçeya Konurê ji welatiyan ra girt û nehişt kes bikeve kolanê.

Çalakvanên ku xwestin li ber mertalên polîsan daxuyaniyê bidin, polîsan 2 kes bi derbkirinê ew binçav kir. Di vê navberê de welatiyên ku bi çepikan piştgirî da çalakvanan, li vir jî jinek hat binçavkirin.