WAN – HDP’ê bûyera Necmettîn Fendîk ê polîsan di serdegirtina malê de kuşt bir meclisê.
Alîkarê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Wanê Nadîr Yildirim kuştina Necmettîn Fendik ê 17’ê Tirmehê de polîsan li taxa Gungor a navçeya Gevera Colemêrgê kuşt, bir meclisê. Pirsên ji bo Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu bi bersivîne wiha ne:
“* Necmettin Fendîk li ber çavên malbata xwe, ji aliye polîsên dibin erka we de dixwebin ve hat qetilkirin, gelo ev bi were hestên berpirsiyartiyê ava dikin?
* Polîsên ku Necmettin Fendîk qetil kirin, di kîjan yekîneya girêdayî wezareta we de erkdarin. Navê van kesan û erka qada wan çiye?
*Piştî Necmettîn Fendîk polîsan birîndar kir, hinceta ku 2 saetan nebin nexweşxanê çiye?
*Fermana ablukeya Taxa Gungorê ji aliyê kê ve hat diyîn û xwe dispêre kîjan hincetan?”
* Polîsên ku girêdayî Wezareta we dixwebitin, baweriyê bi kîjan sazî û kesan tîn in ku zaroka 9 mehî ji hembêza xwişka wê ya mezin bigirin û bavêjin ertê û bavê wan li ber çavên wan qetil bikin. Der barê van kesan de lêpirsîna hiqûqî û îdarî hatiye dest pê kirin?
*Der barê kes û saziyên cihê xwe di bûyera qetilkirina Necmettîn Fendîk de girtin lêpirsîn hatiye destpêkirin?”