3 girtî 3 rojin ji bo Gulmen û Ozakça di grevê dene

EDENE- 3 girityên Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê sê rojin bi awayekî dorveger û bêdem bi armanca piştgiriya akademîsyen Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça, ketine greva birçîbûnê.

Li Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê Omer Toluk, Mehmet Emîn Adok û Burhan Çelîk ên girtî, 3 rojin bi armanca piştgiriya ji bo akademîsyên Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên di greva birçîbûn de ne, di greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem dene. Girtiyan bi rêya malbatên xwe ragihandin ku rastî gotinên faşîzane yên gardiyanan tên û nayên muayene kirin. Berê jî girtiyên PKK û PAJK’ê diyar kiribûn ku dê ji bo Gulman û Ozakça li her girtîgehê, 3 girtî dest bi greva bîrçîbûnê ya dorveger a 3 rojan bikin.