WAN – Şaxa ÎHD'a Wanê diyar kir ku di 6 mehên sala 2017'an de li Wanê hezar 811 binpêkirinên mafan qewimî ne.
Piştî pêvajoya çareseriyê ji hêla hikumeta AKP'ê û Serokomar Erdogan ve hat xirakirin, li Tirkye û bi taybetî li Kurdistanê binpêkirinên mafan derketin asta herî jor. Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Wanê, aşkera kir ku tenê di 6 mehên sala 2017'an de gelek binpêkirinên mafan pêk hatine. Daxuyaniya ku ji hêla Serokê ÎHD'a Wanê Murat Melet ve hat dayîn de hat gotin ku di 6 mehan de hezar 811 binpêkirinên mafan qewimî ne.
Endamê MYK'a ÎHD'ê Serhat Ertak jî der barê raporê de axivî û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê şer û pevçûn beyî ku raweste, berdewam dike. Ertak piştrast kir ku ji ber şer û pevçûnan, li hemû qadên civakî binpêkirinên mafan bi awayekî sistematîk dewam dike û wiha got: "Piştî di sala 2015'an de şer dest pê kir, di nava 2 salan de bi dehan kesî li bajarê me jiyana xwe ji dest da."