Piştî operasyona li Dersimê şewat derket

DERSIM - Li navçeya Pilemûriyeyê operasyona leşkerî hat destpêkirin, piştî opererasyonê li herêmê şewat derket.

Leşkerên li navçeya Pilemûryeyê ya Dersimê derketin operasyonê hembera Girê Rabatê bi helîkopteran bombe kirin, ji ber bombebaranê li herêmê şewat derket. Herêma ku dûkel jê radibe, kes mudaxale nake û her ku diçe şewata li herêmê berfireh dibe.