Parêzaran ji bo doza Ozdemîr mutela xwest

WAN - Parêzeran di rûniştina doza Halît Çançîn ê ku Kader Ozdemîr kuştibû, bal kişand ser dirêjkirina dozê û ji dozger mutela xwest.

2’yemîn rûniştina doza Halît Çançîn ê 27 salî ku di 26’ê Cilê de li navçeya Artemêta Wanê Kader Ozdemîr a 20 salî kuştibû, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Parêzer û xizmên Ozdemîr, aktîvîstên Komeleya Jinên Wanê (VAKAD), Kooperatîfa Karsazî û Çanda Derdor a Jiyana Jin (YAKA-KOOP) ku ji aliyê KHK’ê ve hatin girtin, di dozê de amade bûn. Dozê bi danasîna nasnameyan dest pê kir. Ewil bersûc Çançîn parast kir û ji ber guhertina parêzer ji bo parastina xwe dem xwest. Parêzerên bersûc jî heman daxwaz kirin.

BILA QETILKAR BÊ CEZAKIRIN

Bavê Ozdemîr, Mehmet Ozdemîr di dozê de axivî û wiha got: “Ez dixwazim ev qetil bi cezayê herî giran were ceza kirin.” Parêzerê malbatê Mujde Tozbey Erdem jî diyar kir ku îfadeya bersûc hatiye girtin, dosya hatiye amade kirin, beriya ê rûniştinê rapora ku hişê wî li serê wî ye hatibû xwestin. Tozbey bal kişand ser dirêj kirina dozê û ji dozger mutela xwest.

Heyeta dadgehê biryara ji bo Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî mudaxilê dozê bibe, daxwaza wan bê qebûl kirin, ewraqên kêm bên temamkirin û girtina Çançîn bidome da û doz taloqî 11’ê cotmehê kir.