AGRÎ – Hevberdevkê Înîsiyatîfa Piştgiriya Zindanan Mehmet Emîn Temîzyuz ku li Bazidê hatibû binçavkirin, hat berdan.
Hevberdevkê Însiyatîfa Piştgiriya Zindanan Mehmet Emîn Temîzyuz, ku duh li navçeya Bazida Agiriyê li ser îxbarekê hatibû binçavkirin, hat berdan. Piştî karên li Muduriyeta Polîsan a Navçeyê Temîzyuz sewqî edliyeyê hat kirin û bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan.