Hevşaredara Akdenîzê Mûtlû tehliye bû

MÊRSÎN - Hevşaredara Şaredariya Akdenîzê, Hevserokê HDP'a Mêrsînê Sadûn Dogan jî di nav de 15 kesên ku ev 7 meh in girtîbûn di danişîna ewil de bi şertê "venêrîna edlî" hatin berdan.

Li Mêrsînê di 24'ê Kanûna 2016'an de di çarçoveya operasyonên li dijî HDP, BDP û Şaredariya Akdenîzê ku qeyûm tayînî wê hat kirin de Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû, Hevserokê HDP'a Bajêr a Mêrsînê Sadûn Dogan û Nûçegihanê DÎHA ku bi KHK'ê hat girtin Ergîn Çaglar jî di nav de 15 jê girtî der barê 34 kesan de doz hatibû vekirin. Îro yekemîn danişîna dozê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê hat dîtin. Hevşaredar Yuksel Mûtlû, Ayşe Aydogan, Fatmagul Demîrtag, Raziye SOner û Nûran Arslan ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê ji bo danişînê anîn û Hevserokê HDP'a Bajêr Sadûn Dogan û Abdulkerim Avcioglu, Mehmet Emin Sarigul, Kahraman Oguz, Mustafa Saliş, Şukru Alkanli, Selman Gunbat, Sedat Akbay û Selahattin Karageçili jî ji girtîgehên Ermenek û Karamanê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bûn. Li gel bersûcan gelek parêzer jî tevlî danişînê bûn û her wiha Parlementera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî, Hevseroka Giştî ya SYKP'ê Tulay Hatîmogûllari û xizmên bersûcan jî tevlî danişînê bûn.

Piştî parêziya Yukselê parêzeran parêzî kir. Parêzeran got ku tu wesfeke sûcê tune ye û doza beraeta muwekîlên xwe kirin.

Paşê danişîn bi parêziya bersûcên din domand. Piştî parêziya bersûcan, dozger xwest ku dema girtina hin bersûcan divê esas bê girtin û bi şertê venêrîna edlî bên berdan. Her wiha dozger ji heyeta dadgehê berdewamiya girtina Hevşaredar Yuksel û Hevserokê HDP'a Bajêr jî di nav de hin bersûcan xwest.

Parêzeran li hemberî mutalaya meqama îdiayê parêzî kir û dest nîşan kir ku mafê darizandina adil ya muwekîlên wan hatiye binpêkirin. Parêzeran dest nîşan kir ku tu wesfekî sûcê tune ye û doz atehliey û beraeta muwekîlên xwe kirin.

Herî dawî heyeta dadgehê biryara xwe daxuyand û Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mûtlû û Hevserokê HDP'a Mêrsînê Sadûn Dogan jî di anv de bi şertê venêrîna edlî biryara berdana 15 kesan da.