WAN - Li Taxa Karşiyaka ya navçeya Armûşê pevçûne derket. Di pevçûnê de kesek jiyana xwe ji dest da. Her wiha berî pevçûnê û piştî wê 15 kes hatin binçavkirin.
Taxa Karşiyaka ya navçeya navendî Armûşê ya Wanê, duh bi şev ji aliyê gelek wesayîtên zirxî yên polîsan ve hat dorpêçkirin. Hat hînbûn ku di dema dorpêçkirinê de polîs ji wesayîtên zirxî anons dikirin û welatiyên ku bi wesayîtên xwe di taxê re derbas dibûn dane sekinandin û wan binçavkirine. Paşê di baxçeyê malekê de pevçûn derket. Pevçûn heta saet 2'yê şevê domand. Li gor îfadeyên şahidan, di pevçûnê de kesek jiyana xwe ji dest daye. Şahidên bûyerê diyar kirin ku ambulans hatiye cihê bûyerê û cenaze bi ambulansê birine, lê ew nizanin birine kuderê. Her wiha hat hînbûn ku derî, dîwar û darên mala ku pevçûn lê qewimî bi kemçeyê hatine rakirin û rûxandin.
Li taxa ku pevçûn lê qewimî 15 welatî hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin zarokek 2 salî û dayika xwe jî di nav de 5 kes hatin berdan. Lê 10 kesên din hîn jî di bin çavan de ne.