Pêşnûmeya kar, mafê karkeran ji deste wan digire

ENQERE – Îktîdara AKP'ê, pêşnûmeya “Qanûna Dadgehên Kar" ya mafê karkeran ji destê wan digire û piştgiriyê dide karsazan, dê di rojên pêş de bînin rojeva meclîsê. Piştî pêşnûma têkeve meriyetê, dê bi riya "Saziya Navbênkar" rêya dargehê li karkeran bê girtin. Karker dê êdî nikaribin mafê xwe li dadgehan biparêzin.

Îktîdara AKP'ê beriya ku meclîs tekeve betlanê, hewl dide ku pêşnûmeya “Qanûna Dadgehên Kar" ya mafê karkeran ji destê wan digire û piştgiriyê dide karsazan, bîne rojeva meclîsê. Piştî pêşnûma têkeve meriyetê, dê bi riya "Saziya Navbênkar" rêya dargehê li karkeran bê girtin. Karker dê êdî nikaribin mafê xwe li dadgehan biparêzin. AKP li aliyekî niqaşên Rêziknameya Navxweyî ya Meclîsê dimeşîne, li aliyê din hewl dide serî li rêbaza "Pêşnûmeya torbe" dide. Hikûmeta AKP'ê pêşnûmeya der barê erk û peyvira zagonan de hewl dide hin zagonan ji nûve saz bike. Piştî guhertina zagonan hewl dide pêşnûmeya “Qanûna Dadgehên Kar" ya mafê karkeran ji destê wan digire û piştgiriyê dide karsazan, bîne rojeva meclîsê. Pêşnûmeya ku ji 42 xalan pêk tê, armanc dike ku betir hemaltiyê zêde bike û destê karsaz xurt bike. Dîsa armanc dike ku di navbera patron û karker de saziya navbênkar ava bike û bêtir karker û patron ji hev dûr bixe.