MEREŞ- Navenda Hêwirandinê ya Demborî ya li Taxa Terona Mereşê, niha bûye navenda îstismarkirina zarokan, întihar û fuhûşê. Xebatkarê kampa penaberan, got saet di 12.00'ê şevê de di bin navê paqijiya malan de jinan dibin mehseran û li wir tên firotin.
Sala çûyîn li Mereşê li nav 16 gundên elewiyan kampa penaberan a 27 hezar kesî hat çêkirin. Her çi qas welatiyan li dijî çêkirina kampê li ber xwe da, lê dîsa jî hat çêkirin. Niha ev kamp bûye navenda îstismarên zayendî, întihar, fuhûş û mirinên gumanbar. Xebatkarê Navenda Hêwirandina Demborî ya li Taxa Terolarê, derpêş kir ku li kampê zarok tên îstismarkirin, bi şev fuhûş li jinan tê ferzkirin û li kampê şert û mercên jiyanê êdî nayên kişandin.
'ZAROKA 5 SALÎ HAT ÎSTISMARKIRIN'
Bi hinceta ewlehiyê bi şertê dê nasnameya wî neyê aşkerekirin û tenê qeyda deng bê wergirtin peywirdar axivî. Peywirdar, anî ziman ku 6 meh berê li kampê zaroka 5 salî hatiye îstismarkirin, lê niha ew der barê aqûbeta zarokê de nexwedî agahî ne. Peywirdar ev tişt îdia kirin: "Zarokek 5 salî, hat tacîzkirin an tecawizkirin, em tam nizanin. Lê belê, bûyereke wisa qewimîbû. Piştî bûyerê, derdora dibistanê hat girtin. Ewlehî zêde bû. Tenê sedemeke zêdekirina ewlehiyê heye, bi vê dixwazin wê qirêjiya li hundur binixumînin. Pêwendiya min bi hin tirkmenan re heye. Ji bo tiştek neyê serê zarokên wan ew bi xwe dibin û tînin. Mînak, em li nav kampê dixebitin. Qedexeye ku em têkevin malan. Ji bo çi nahêlin em têkevinê? Wek ku tu têkevî girtîgehêê tu dikevî hundur. Bi tu awayî kesên ji derve tên nikarin pêwendiyê bi yên hundur re deyînin."
MIRINEKE GUMANBAR A ZAROKEKE 10 SALÎ
Peywirdar, got ku di meha Gulanê de hat îdiakirin ku li nav kampê zaroka bi navê Îmmet Alî ya 10 salî întihar kiriye. Peywirdar diyar kir ku hatiye îdiakirin ku zarok bi zincîrê xwe daliqandiye û ev agahî dan: "Di nav agahiyên zelal ên kampê de; mirina zarokeke 10 salî ku tê îdiakirin întihar kiriye û tecawizkirina zarokeke 5 salî. Me bihîst ku zarokek bi zincîrê întihar kiriye. Bi kîjan derûniyê întihar kiriye? Ji ber taciz an tecawizê întihar kir? Em nizanin. Ya ji me re hat gotin ew e ku dayika wê zewiciye û çûye Sûriyeyê. Zarok jî ji ber vê bi tenê maye û întihar kiriye. Zarokeke 10 salî û çawa tiştekî wisa bike. Çawa xwe bi zincîrê difetisîne. Yanî zarokeke 10 salî çawa dikare tiştekî wisa bike. Mal 2 qatî ne. Çawa amûra daliqandinê peyda kir. Gelek tişt dizîvirin. Yanî tiştên ecêb. Hayê me ji gelek tiştan jî çênabe."
FUHÛŞ LI JINAN TÊ FERZKIRIN
Peywirdar, dest nîşan kir ku bi şev saet di 12'an de jinên li kampê tên derxistin, wan dibin mehseran û li wir fuhûş li wan tê ferzkirin. Peywirdar wiha domand: "Li Mereşê mehser hene. Bi hinceta paqijiyê bikin wan dibin mehseran. Em tim dibihîsin ku bi vî awayî fuhûş bi jinan tê kirin." Peywirdar, diyar kir ku peywirdarên li kampê bi beramberiya hin tiştan fuhûşê li jinan ferz dikin. Peywirdar anî ziman ku ew nikarin pêwendiyê bi jinan re deyînin û ji xwe ev yek ji aliyê peywirdarên kampê ve tê astengkirin.
LI KAMPA 27 HEZAR KESÎ 40 HEZAR PENABER TÊN HÊWIRANDIN
Peywirdar, dest nîşan kir ku bereksê tiştên tên gotin şert û mercên li kampê zaf nebaş in. Peywirdar, diyar kir ku li maleke 17 metrekareyî 8 kes dijîn û li hin malan ev hejmar zêdetir e. Peywirdar wiha domand: "Kamp pêşî wek kampeke 27 hezar kesî hat vekirin, lê hejmara penaberan zêdeyî 40 hezarî ye. Şert û mercên jiyanê zehmet in. Mînak kota danîne. Heke fatûreyên ceryanê zêdeyî buhayê ku hatiye diyarkirin bê, bi penaberan didin dayîn. Ji bo serşûştinê, germkirinê tu tişt li malên wan tune ye. Serê ferdekî 100 lîreyî didin, zarok jî di nav de. Lê belê, market zaf buha ne. Danûstendina wan a li derveyî kampê qedexe ye. Mînak, li Mereşê kîloya firingiyan 3 lîre be, li kampê 7 lîre ye."
Herî dawî peywirdar wiha got: "Kamp zaf germ e û bêhneke wê ya pîs heye. Rojê 3 caran qalpaxên cihokan tên vekirin. Bêhneke wisa tê ku, carekê rastî tiştekî wisa hatim bi zorê min îdare kir. Ev mirov her roj bi vê bêhnê re rû bi rû ne."