OHAL li ser kurdan ket meriyetê

AMED - Di pêvajoya salekê ya OHAL'ê de li Amedê, bi îdiaya endamtiya cemaetê 897 kes hatin girtin û di lêpirsînên "PKK/KCK"ê de jî 937 kes hatin girtin.

Di ser OHAL'a ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hat îlankirin re salek derbas bû. Li gor daneyên Wezareta Dadê di salekê de siyasetmedar, rojnamger û akademîsyen jî di nav de 50 hezar û 510 kes hatin girtin. Di vê çarçoveyê de li Amedê jî gelek kes hatin girtin û binçavkirin. Ji daxuyaniyên Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî kifş dibe ku li bajêr OHAL ji têkoşîna li dijî darbeyê wirdetir siyaseta kurd hedef girtiye.

JI ÊN CEMAETÊ BÊTIR SIYASETMEDARÊN KURD HATIN GIRTIN

Li gor daneyan, di nav salekê de li Amedê di çarçoveya lêpirsînên cemaetê de 5 hezar û 477 kes hatine binçavkirin û ji vana 897 jê hatine girtin û der barê hezar û 219 kesan de biryara venêrîna edlî hatiye dayîn û der barê 91 kesî de jî biryara zevtkirinê hatiye dayîn. Her wiha li bajêr, di sala dawî de di bin navê "PKK/KCK"ê de der barê gelek siyasetmderên kurd, rojnameger, xebatkarên cemaweriyê, kedkar û welatiyan de lêpirsîn hatin destpêkirin. Di çarçoveya van lêpirsînan de ji 4 hezar û 43 kesên der barê wan de lêpirsîn hatibûn vekirin de 937 jê hatin girtin û her wiha der barê hezar û 401 kesî de jî biryara venêrîna edlî hat dayîn.

Di çarçoveya operasyonên "PKK û KCK"ê de 70 kes di dema lêpirsînê de û 175 kes jî di dema şopandinê de hatin tehliyekirin. Her wiha der barê 518 kesên ku der barê wan de kirarî hatibûn destpêkirin de jî biryara neşopandinê hat dayîn.

KARDÊRÊN KURD HATIN GIRTIN

Di çarçoveya lêpirsîna "fînans"ê ya ji bo cemaetê de, Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 68 kesan de kirariyên zagonî dan destpêkirin. Di çarçoveya "Lêpirsîna Fînansê ya PKK û KCK"ê de jî, der barê 110 kesan de kirariyên zagonî hatin destpêkirin û ji van kesan 10 kes jê hatin girtin û der barê 2 kesan de jî biryara girtinê hat dayîn. Her wiha di çarçoveya heman lêpirsînê de hîn jî li yekeyên hêzên dewletê kirariyên 5 kesan didomin.

DER BARÊ PARLEMENTERAN DE 182 FEZLEKE HATIN AMADEKIRIN

Piştî ku destnedayîna qanûndayînê ya parlementeran hat rakirin, bi giştî der barê parlementeran de 182 fezleke hatin amadekirin. Piştî rakirina destnedayînê bi giştî 162 dosye întiqalî serdozgeriyê hatin kirin û der barê parlementerên HDP'ê de bi giştî 39 dosyeyên dozên cemaweriyê hatin vekirin. Di encama lêpirsînan de 6 parlementer hatin girtin û der barê 6'an de jî dozgeriyê daxwaza biryara venêrîna edlî daye û Dadwerên Cezayê Sulhê yên Nobedar jî der barê wan de biryara venêrîna edlî daye.

DER BARÊ 13 HEVŞAREDARAN DE DOZ HAT VEKIRIN

Li gor daneyan 1 jê Şaredariya Bajarê Mezin 12 jê yên navçeyan bi giştî der barê 13 hevşaredaran de û der barê alîgerekî hevşaredar û endamekî Meclîsa Şaredariyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û di encama van lêpirsînan de der barê 7 hevşaredar û endamekî Meclîsa Şaredariyê de îdianame hatine amadekirin û ji aliyê dadgehên cezayên giran ve jî doza cemaweriyê li wan hatiye vekirin. Di van dozan de hevşaredarek û wekîlekî hevşaredar hatin mehkûmkirin. Her wiha dozên der barê 5 hevşaredar û endamekî Meclîsa Şaredariyê de jî didomin. Tenê der barê seroka Şaredariya Rezanê de doz nehatiye vekirin.

DI GIRTÎGEHÊN AMEDÊ DE JI ENDAMÊN CEMAETÊ ZÊDETIR SIYASETMEDARÊN KURD HENE

Li gor daneyan di Girtîgeha Tîpa D a Amedê de hezar û 108 hikumxwar û girtî hene. Ji vana 660 jê ji girtî û hikumxwarên endamên PKK'ê û 229 jê jî ji girtiyên endamên Cemaetê pêk tên. Her wiha di heman girtîgehê de 118 hikumxwarin endamên hîzbullahê û girtiyekî ku tê diyarkirin endamê DAIŞ'ê ye heye. Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê jî hezar û 533 hikumxwar û girtî hene. Ji vana 41 jê girtiyên PKK'î û 12 jê jî yên Cemaetê ne.