AMED - Salîha Bayram a berastenga zihnî tevî 4 zarokên xwe li navçeya Rezanê ya Amedê ji aliyê xwediyê xanî ve ji malê hat derxistin. Malbat 4 rojin li kuçeyan dijî. Lê tu kes li malbatê xwedî dernakevin.
Salîha Bayram (60) ku berastenga zihnî ye û tevî 4 zarokên xwe li Taxa Fatîhê ya navçeya Rezanê ya Amedê dijî, ji aliyê xwediyê xanî ve ji xanî hat derxistin. Malbata Bayram berê li Sûrê dima, lê piştî pevçûnên li navçeyê salek berê mecbûr ma li navçeya Rezanê bi cih bibe. Ferdên malbata Bayramê, jin û zarok li kuçeyan bi berhevkirina kaxezan debara xwe dikirin. 4 roj berê xwediyê malê hat û got "Ji ber we bêhn ji mala min tê" û tevî eşyayên wan ew ji malê derxist û avêt kuçeyê. Salîha Bayrama berastenga zihnî, ev 4 roj in li kuçeyan dijî. Niştecihên taxê xwedî li malbatê derdikevin.
EV 4 ROJ E LI KUÇEYAN E
Salîha Bayram, der barê van pêkanînan de agahî nedan, lê niştecihên taxê der barê rewşa malbata Bayramê de agahî dan. Nişteciha taxê Muşeher Ulker, got ku malbat salek berê ji ber pevçûnên li Sûrê li Rezanê bi cih bûye. Ulker, anî ziman ku malbata ku berastenga zihnî ye bi berhevkirina kaxezan debara xwe dike û 4 roj berê xwediyê xanî ew ji malê avêtine. Ulker, got ku şaredarî û rayedar li hemberî vê rewşê xwe li nedîtiyê datînin.
‘NE WALÎ Û NE JÎ ŞAREDARÎ XWEDÎ LI MALABATÊ DERNAKEVIN'
Ulker, anî ziman ku ev 4 roj e ku malbat tî û birçî li kuçeyan dijî û wiha bertek nîşan da: "Wijdanê min qebûl nake. Li Şaredariya Rezanê geriyam, lê min ber bi Şaredariya Bajarê Mezin a Rezanê ve hêl kir. Lê kesî wek muxatab em esas negirtin, heta rayedarekî wir ji min re wiha got: 'Biçe li walî, li emniyetê biger, ji bi çi tu li me digerî.' Ev ne mirovatî ye. Rihet e ku meriv were û li ser sifreya hazir rûnê, ji dêvla tu ji min re bibêjî biçe li walî û emniyetê bigere, werin bi pirsgirêkên gel re eleqedar bibin."
‘MALBAT BERASTENG E ÇIMA KES XWEDÎ LÊ DERNAKEVE'
Cîrana Salîha Bayramê, Reyhan Çetîk jî wiha got: "Jineke berastenga zihnî bi vî halî wisa bêxwedî avêtin kuçeyê. Em vê yekê qebûl nakin. Em jî jin in, dibe ku sibê bê serê me jî. Ka şaredarî li kuderê ye, çima nayê û xwedî lê dernakeve. Em digerin, lê kes em wek muxatab esas nagirin. Em niştecihên taxê, ev 4 roj in li wan dinihêrin. Em ê binihêrin jî, lê ev jin û malbata wê berastengên zihnî ne, dibe ku zirarekê bidin xwe. Divê çareyeke mayînde bê peydekirin. Divê rayedar tiştekî bikin."
‘WIJDANÊ MIN QEBÛL NAKE'
Bediha Etek jî, cîrana malbata Bayramê ye û got ku, malbat nikare li xwe binere divê teqez hinek kes xwedî li wan derkevin. Ertek wiha axivî: "Li Sûrê mala jinikê bi ser serê wê de rûxandin. Jinik tevî zarokên xwe hat û xwe sprat kuçeyên Rezanê. Lê li vir jî xwediyê xanî ew avêtin kuçeyê. Em li şaredariyê digerin, lê kes nayê. Rojek berê zabite hatin, ew jî tenê keniyan û çûn. Ev 4 roj in ku jinik û zarokên xwe tî û birçî li kuçeyan e. Em niştecihên taxê li wan dinihêrin, lê cihek tune ye ku têkevinê. Divê demildest çareseriyek ji vê pirsgirêkê re bê dîtin. Qethiyen li hemberî vê rewşê wijdanê min qebûl nake."