Sarihan: Girtina wekîlên jin, êrîşa li dijî vîna jinê ye

ENQERE - Parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Şenal Sarihan, da zanîn ku girtina wekîlên jin, êrîşeke li dijî vîna jinê ye.

Piştî bi guhertina qanûnê re destnedanên parlamenteran hatin rakirin, ji HDP'ê 11, ji CHP'ê jî kesek hat girtin. Ji 12 wekîlan 5 ji wan wekîlên jin in. Selma Irmak, Besîme Konca, Çaglar Demîrel û Burcu Çelîk. Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî endamtiya wê ya partiyê û wekîltiya wê hat xistin. Rojên borî Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taştemîr hat binçavkirin, der barê wekîlên HDP'ê Ayşe Acar Başaran û Saadet Becerîklî de jî biryara girtinê hat derxistin. Parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Şenal Sarihan der barê zextên li ser wekîlan de axivî.

‘GIRTINA WEKÎLAN, GIRTINA HEMÛ GEL E’

Sarihan da zanîn ku girtina wekîlekî û girtina mirovekî ji nava civakê ji hev cuda ye, heke wekîlek ji ber fikrên xwe bê girtin, ev girtina hemû gel e û wiha axivî: "Ji xwe carekê destnedana wekîlan hatiye dayîn. Armanca vê jî ew e, divê kesayetî gelê ku temsîl dike wan biparêze, daxwazên wan bîne ziman. Yanî wekîlek wekî kesayetî xwediyê azadiyê ye ku fikrên xwe bîne ziman; lê wekî keseke/î hilbêjêr, ji ber kesayetiya ku girtiye, divê ew girseya ku ew temsîl dike, daxwazên wan bîne ziman. Ji ber wê il Meclisê ye. Yanî wekîlek, ne kesek, hezar kes, milyonek kes e."

‘GIRTINA JINAN ÊRÎŞA LI DIJÎ VÎNA JINAN E’

Sarihan destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn ew e, divê wekîltiya wan bê parastin û bal kişand ser girtina wekîlan û wiha pê de çû: "Girtina wekîlên jin, li gel temsîlyeta wekhev, êrîşa li dijî jinê ye. Nêrîneke jinê ya tev li rêveberiyê dibe, tu dixwazî di partiyeke siyasî de be, tu dixwazî qadroyeke rêveber be, ez gelekî bi wate dibînim." Sarihan piştrast kir ku cezayên ji bo wekîlan hatiye birîn, piştî ji hêla Serokê Meclisê ve bê xwendin, wekîltiya wan dikeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema ceza bê erêkirin, peywira xebatkarê cemaweriyê dikeve. Lê cezayekê li wekîlekî/ê hatibe birîn, wekîltiya wan nakeve. Divê li Meclisê cezayê wan bê xwendin. Dema qanûn hatiye amedekirin, ev jî li ber çavan hatiye girtin."