STENBOL – Çagla Seven bi wêneyê ku di Komkujiya Pirsûsê de bi destê hevala xwe Gokçe Çetîn girtibû di bîra mirovan de maye. Piştî komkujiyê 32 car emeliyat bû û 2 sal şûnde çû Pirsûsê û wêne kişand. Seven wiha got: “Em bang li herkesî dikin ku piştî komkujiyek wiha bên li cem me cih bigirn.”
Di ser Komkujiya Pirsûsê re 2 sal derbas bûn. 33 welatî jiyan xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn. Yek ji van kesa birîndar Çagla Seven û Gokçe Çetîn in. Çagla Seven bi wêneyê ku di komkujiyê de bi destê Gokçe Çetîn girtiye û ev 2 sale di bîra mirovan de maye. Çagla Seven bi birîndarî ji komkujiyê rizgar bû û ji wê rojê heta niha 32 car emeliyat bû. Seven di salvegera duyemîn a komkujiyê de behsa têkoşîna xwe kir.
'TEQEZ EZ Ê BIÇÛMA KOBANÊ’
Seven diyar kir ku di serdema çalakî û nobet girtina ji bo Kobanê jî çûye Pirsûsê û wiha got: “Çûyînên min ên beriya komkujiyê bi hevkariya SES û Odeya Tabîban pêk hatibû. Ez bi ferdî çûbûm û komek bêtir hindik bû. Ez li wir demek mam û berî ez biçim Kobanê zivirîm. Lê di çûna me ya herî dawî de ji bo em derbasî Kobanê bibin em çûn Pirsûsê. Me nizanibû gel oka wê destûra derbasbûne me bidin an jî wê nedin. Di serê me de nakokî bû. Heke ku em derbas bibûna sihiye ez tenê bûm, ji ber teqez ez ê derbas bibûma.”
‘LI ŞÛNA XWEKUJ LI ME DIGERIYAN’
Seven destnîşan kir ku beriya ew ber bi Pirsûsê ve derbikevin rê jî hin dilnerehetiyê wan hebûne û wiha axivî: “Dema em çûn Pirsûsê em li kolanan jî negeriyan. Polîsan her tim me disekinand û nasnameyên me kontrol dikirin. Beriya komkujiyê ku ez çûbûm Pirsûsê Navenda Çanda Amara me dermanxane bikar daianî û wek mala me bû. Ji ber wê baxçeyê Amara cihek bi ewle ji me re hat. Dema em li kolanan digeriyan polîs li şûna ku li xwekuj bigerin lê polîsan me kontrol dikir. Em li Amara ne li benda tiştek wisa bûn.”
‘TENÊ MIN DIKARIBÛ BI DESTÊ WÊ BIGIRIM’
Seven da zanîn ku teqîna 5’ê hezîrana 2015’an a di mitînga HDP’ê ya li Amedê ya ku Lîsa Çalan birîndar bûbû û her du lingên wê jê bûbun bandorek mezin li ser wê kiriye û ev tişt got: “Jinek wisa ciwan ku her du lingê xwe winda kir, nav dilê min birîndar kiribû. Dema li dijî me teqîn çêbû ez ketim erdê. Tişta ku tenê tê bîra min min bawer nedikir ku lingên min jê bûne. Ji ber germbûna birînê min hîs nedikir. Tenê min digot lingên min jê bûne. Min li lingên xwe nêrî jê nebûne lê ji ber her deverê min şikiyabû min nikaribû tev bida. Min fêm kir ku nikarim rabim piya min destê xwe bilind kir. Di wê kêliyê de min qîrênên Gokçe bihîst. Wan qîrînên wê hişê min anî serê min. Ji bo ez Gokçe aş bikim di wê kêliyê de min bi destê wê girt. Tenê min dikaribû bi destê wê bigirim û vê pêk anî. Dema min destê xwe bilind kir yek ku wêneya dikişand ber bi me ve hat, lê min digot ew ne wênekêş dê alîkarî bide me. Min fêm kir ku nayê alîkariya me destê min daketin xwarê. Ez jî yek ji wan birîndarên giran bûm.”
‘EZ NIKARIM LI ÇÎMÊ XWE BINÊRIM’
Seven, anî ziman ku piştî komkujiyê ji ber travmaya bi serê wê de derbas bûye nikaribûye li çîmê xwe binêre û got: “Min pir dixwest etek li xwe bikim. Lê êdî nikarim li xwe bikim. Ez hêj nikarim li çîmên xwe binerim. Di dema serşokê de jî ez çavê xwe digirim.”
‘BI PIRSÛSÊ SERDEMEK GIRTIN'
Seven, komkujiya Pirsûsê weke “Komkujiyeke ji bo pêvajoyek bê bi dawî kirin, hat organîze” nixand û wiha bi lêv kir: “Pêvajoyeke ku neyê hijê mirov li Tirkiyeyê dest pê kir. Li her qadan bombe teqiyan. Êdî me fedî dikir ku em qala Pirsûsê bikin. Di serî de komkujiya Cizîrê, gelek komkujî pêk hatin. Bi birîndarî, dema em, cihê xwe rabûn, em rastî Tirkiyeyekê pir cuda hatin. Çima evqas komkujî pêk hatin? Çima evqas mirov hatin kuştin? Di wan rojan de me wate ne dida van pirsan. Lê piştre me zanî ku em hatin hedef girtin. Bi van bahaneyan sedemek hat girtin. Serdemek pir xerab ji bo gelên Tirkiyeyê hat dest pê kirin.”
32 CARAN EMELIYAT BÛ
Seven, dest nîşan kir k udi meha derbas bûyî de 32 caran emeliyat bû, hîna jî dê bê emeliyat kirin û wiha pê de çû: “Lingê min jê nekirin, lê masûlkeyê min pûç bûn. Masûlkeyên binê lêngê min, pûçbûn. Kaboka min heya cihekê nayê tewandin. Hinek hûr û rûviyên min pûç bûn, lê birîndaiya zikê min baş bû.”
‘GELEK TIŞTAN WATEYA XWe WINDA KIR’
Seven, anî ziman ku piştî komkujiyê wî çardin dest bi peywira xwe kiriye û wiha domand: “Berê ez mirovek pir cuda bûm, lê niha cudatirim. Tiştên min berî 20’ê Tîrmahê li Çaglayanê hiştîn girtin, lê tiştên ku min negirtin jî pirin. Perwerdeya keman û Fakulteya Tipê ji bo jiyana min pir girîng in. Piştî 20’ê Tîrmehê, her tişt ji bo min jêneveger bû. Weke gelek tiştan wateya xwe winda kir, van jî hinek wateya xwe winda kir.”
PIŞTÎ DU SALAN ÇÛ PIRSÛS Ê
Sevan, diyar kir ku ji bo doza Pirsûsê ji nêz bişopîne, encex berî du salan karî biçe Pirsûsê û wiha got: “Ji bo rûniştina dozê em ji vir diçin Cirnê Reş, lê bersûç jêdireve ku bi SEGBÎSÊ li girtîgeha lê dimîne tevli dozê bibe. Pêvajoyek dadgehê ya vê rehetiyê ji bo wî temîn dike û pêvajoyek siyasî heye. Lê heman pêvajoya siyasî me layîqî dadgeheke ku li girtîgehê bê dîtin, dibîne. Dewelat ku diçe girtîgehê li me diğere û berê çekên xwe dide me, lê pir cuda nêzî bersûç dibe. Dadgeha Bilind ji xwe qet kar nake. Dixwazin komkujiya Pirsûsê mehkûmê girtîgehê û kesên hatin qetilkirin jî bispêrin baxçeyê Navenda Çanda Amara yê.”
BANGA PIŞTGIRIYÊ
Seven, der birî ku ew ê hesabê komkujiya Pirsûsê bipirsîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bang li her kesî/ê dikim ku piştî komkujiyê bêdeng neminin û bi me re tevbigerin. Ji ber ku ewlehiya canê wan jî di vê re derbas dibe. Desthilatdarî dixwaze komkujiya Pirsûsê bi civakê bide bîr kirin.”
Yasîn Kobulan - dihaber