ÊLIH - OHAL a ji bo 3 mehan hat îlankirin salek li pey xwe hişt. OHAL'a ku li tevahiya Tirkiye hat îlankirin li Êlihê hemû rastiya xwe nîşan dide. OHAL'a li tevahiya Tirkiye hat îlankirin li ÊLihê bandora xwe li ser hemû saziyên jinan û saziyên civakî kir.
OHAL'a ji bo 3 mehan li tevahiya Tirkiye hat îlan kirin salek li pey xwe hişt. OHAL'a ku hikûmeta AKP'ê ji bo sê mehan îlan kir û salek derbas bû, gelek sazî û dezgehên kurdan girt. OHAL'a li Tirkiye hat îlan kirin wêneyê xwe herî zêde li Êlihê nîşan da. OHAL'a hat îlan kirin bandora xwe li ser kevir, newal, cem, tabela, rûbar, goristan, park û tabelayên kurdî çêkir, gelek sazî û dezgehên kurdan girt. Bi dehan saziyên jinan hatin girtin û tundiya li ser jinan qat bi qat zêdetir bû.
Piştî îlana OHAL'ê, di 11'ê Îlona 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyên Êlih, Kerçews, Bişêrî, Awiska û Girêsîra hat kirin. Hemû nirxên aydî kurdan hat talankirin û wêrankirin. Hevşaredar Gulistan Akel, Dicle Erdem, Hidayet Tiryakî, Gulcemal Erdînç, Zeynep Oduncu, Sabri Ozdemir, Mustafa Ozturk, Osman Karabulut, Ejder Sarigol, Abdulkerim Kaya ji peywirê hatin girtin. Meclîsên şaredariyan hatin fesihkirin. Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ku 27 jinan bi rêve dibirin hat kîlîtkirin. Atolyeya Jinan a Hevî hat betalkirin. Li Kompleksa Sporê ya Jinan peyva “Jin" ji tabelayê hat daxistin. Pazara ku jinan bi reve dibir ya li taxa Gultepe hat xerakirin û wekî bazara tevlihev xistin meriyetê. Navenda Jinan a Selisê ku psîkologek û 6 civaknas lê dixebitin hat kîlîtkirin. Piştî qeyûm hat tayînkirin û deriyê saziyên jinan hatin girtin, îstîsmara zayendî û tundiya zayendî zêde bû. Li bajar polîtikayen gihûq, tiryak u bahîsê hat zêdekirin. Mala dengbêjan hat ruxandin. Malên Gel ên Mehmet Sincar, Musa Anter, Edip Solmaz, Ahmet Kaya, piştî qeyûm hat tayînkirin yek bi yek hatin betalkirin. Mala Dengbêjan a Karapetê Xaço kilît li deriye wê hat xistin.
Şanoya Bajar û Navenda Çandê ya Şaredariya Êlihê ji aliyê qeyûmê ve di 30'ê Îlona 2016'an de hat girtin. 8 şanoger ji kar hatin dûrxistin. Sînemaya Yilmaz Guney ku bi mihrîcanên fîlmên sinemayê dihatin nasîn hat şewitandin û hat girtin. Dîrekên Heftrengê ya Parka Ataturkê rastî êrîşê hatin. Piştre rengê dîrekan hatin guhertin û bi spî hatin boyakirin. Parka Rojnameger Yahya Orhan ji aliyê Qeyûm Unal Koç ve wekî "Parka Şehîdên 15'ê Tîrmehê hat guhertin" Herî kêm 180 karkerên şaredariyê hatin îxrackirin. 43 perwerdekar, 22 kedkarên tenduristiyê û bi dehan karkerên Genel Îşê ji kar hatin avêtin.
Di vê pêvajoyê de radyo û televizyon hatin girtin. Bi KHK'yan Denge TV, Batman FM, Rojnameya Batman, Batman Postası, Rojnameya Batman Doguş, Rojnameya Batman Çagdaş hatin girtin. Dîsa malên Denge TV û Batman FM hatin desteserkirin.
Komeleyên MEYA-DER, MHD, KURDİ-DER, Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Êlihê, Komeleya Xizanan, Komeleya Bawermendan, Komeleya Rojava û Şengalê hatin girtin.
Çalakiyen heftane yên Xizmên windayan û ÎHD'ê ku ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin hat qedexekirin. Di 31'ê Cotmeha 2016'an bi biryara walî hemû bername û daxuyaniyên li kolanan û li derve hatin qedexekirin. Gor û goristan rastî êrîşan hatin. Gora Dayikên Aştiyê Meryem Bulut û Aycan Kaya hatin şikandin. Li ser gora 21 kesan nivîs hatin nivîsandin. Der û dora avahiyên şaredariyan bi betonê hat pêçan. Mudaxaleyî cihê koçeran kirin. Qatên kesk yên bajar kirin beton. 52 darên li ser kolana Cumhuriyetê ji aliyê Qeyûmê ve hatin rakirin. Ji bo AVM û Mizgefta Esentepe ku bên avakirin bi hezaran dar di bin gefên jekirinê dene.
Piştî îlana OHAL'ê zextên li ser girtiyan jî zede bûn. Piştî îlana OHAL'ê girtîgeha kapasiteya wê 300 kes in, 700 girtî lê hatin bicih kirin. Gelek pirtûk, rojname û mafên girtiyan hatin qedexekirin. Ziyareta parêzran hat sînorkirin. Betalî zêde bû û gelek esnafan deriyên dikanên xwe girtin. Li gorî agahiyên Serokê Odeya Sinhetkar û Esnafên Êlihê Talat Kara heri kêm 800 esnafan li Êlihê dikanên xwe girtin.
Sonay Bayık - dihaber