ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê, bal kişand ser komkujiya Pirsûsê û xwest kujeran derxin holê û da zanîn ku desthilatdarî dixwaze li ser komkujiyê bigire. HDP'ê piştrast kir ku kujer nehatine girtin û got ku "Ji roja komkujiyê heta niha, 12 birîndarên Pirsûsê hatin girtin."
Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bi boneya 20'ê Tîrmehê salvegera komkujiya Pirsûsê ya di sala 2015'an de bi destê DAIŞ'ê pêk hat, daxuyanî da. Daxuyaniya bi sernavê "Em komkujiya Pirsûsê ya 20'ê Tîrmehê ji bîr nakin" hat weşandin de û ev tişt hat gotin: "33 ciwan bi awayekî hovane bi destê DAIŞ'ê hatin qetilkirin. Ev hemleya destpêka şer bû."
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku desthilatdarî dixwaze li ser bûyerê bigire û wiha hat gotin: "Bi Komkujiya Pirsûsê re AKP'ê pêvajoyeke nû da destpêkirin, desthilatdariya heyî ji bo li ser komkujiyê bigire, çi ji destê wê tê dike."
HDP'ê piştrast kir ku divê kujerên li pişt komkujiyê derxin holê û aşkera kir ku heta niha kesên di komkujiyê de birîndar bûne, 12 ji wan hatine girtin û destnîşan kir ku li ser komkujiyê re 2 sal derbs bûye û wiha got: "Em 33 ciwanan ji bîr nakin."