Zarokê birîndar xetereya mirinê derbas kir

ŞIRNEX – Zarokê 9 salî yê li Cizîrê di teqîna amûra teqemeniyê de birîndar bû, piştî emeliyatê xetereya mirinê derbas kir.

Li navçeya Cizîra Şirnexê Kerem Akbaş ê 9 salî di amûrê teqemeniyê ku li erdê dîtibû û pê de teqiya bû birîndar bibû. Akbaş ê birîndar rakiribûn Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê. Derman kirina zarokê 9 salî didome. Akbaş ê ku duh bi şev ji zik û çîmên xwe emeliyat bû. Emeliyeta wî bi serkeftî derbas bû. Aktaşê ku birînên her du destên wî hatin dirûtin û hat zanîn ku xetereya mirinê derbas kiriye.

Hat hînbûn ku heya kêliyên birînên Akbaş bên vekirin, dê 4 roj din jî li nexweşxanê bê razandin.