HDK: OHAL derbeya bê postal e

STENBOL - HDK'ê di salvegera OHAL'ê de daxuyanî da û aşkera kir ku biryara 20'ê Tîrmehê "derbeya bê postal e."

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di salvegera OHAL'ê de daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Derbeya 15'ê Tîrmehê "debeya bi kontrol e" û piştrast kir ku derbeya esil OHAL'a di 20'ê Tîrmeha 2016'an de bi hejmara 2935'an hatiye îlankirin e.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku 20'ê Tîrmehê "derbeya bê postal e" û wiha got: "Erdogan bi vê biryarê dixwaze xwe ji reqîbên xwe rizgar bike, bi vê rêyê li dijî hemû şoreşger, muxalîf û beşên civakê şer daye îlankirin, bi faşîzma OHAL û KHK'ê re hemû mafên bingehîn hatine binpêkirin, beyî ku biryara darêzê bê girtin, 108 hezar 25 kes ji peywira cemaweriyê hatine îxrackirin, bi sedan komele, saziyên çapemeniyê hatine girtin, daraza ji holê hat rakirin."

'2.5 MILYON DENGÊN BÊ MIHUR'

Di daxuyaniyê de hat aşkerakirin ku di şertên ne asayî de, di bin faşîzma OHAL'ê de Referanduma Serokatiyê pêk hatiye û wiha hat gotin: "Xebatên kampanyaya 'na' di şertên zehmet de û di bin êrîşan de pêk hatin, daraz hemû xistin bin destê xwe, bi destê YSK'ê 2.5 milyon dengên bê mihur hatin guhertin, encamên referandumê nayê qebûlkirin û ne rewa ye."

Di dawiya daxuyaniyê de bang li eniya demokrasiyê jî hat kirin û hat aşkerakirin ku dê hebûna Eniya demokrasiyê biparêzin.