ÎRA û TGS: Rojnamgeran serbest berdin

AMED – Însiyatîfa Rojnamegerên Azad û Nûnertiya TGS’a Amedê bi boneya rojnamgerên li Hatay û Rihayê di binçavan de ne bang li raya giştî kirin ku rojnameger demildest serbest bên berdan û hemû rojnamegerên girtî jî bigîhîjin azadiya xwe.

Însiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) û Nûnertiya Sendîkaya Rojnamgerên Tirkiyê (TGS) a Amedê bi boneya rojnameger Nurî Akman û Erdogan Alayumat ên li Hatayê û Zekî Erdem û Mehmet Emîn Yilmaz ên li Rihayê bi rojane di binçavan de tên girtin civîna çapemeniyê li darxistin. Daxuyanî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê bi beşdariya gelek rojnamgeran pêk hat û dowîzên daxwaza azadiya rojnamgeran dikirin hatin hildan. Li ser navê ÎRA’yê rêveberê Însiyatîfê Hakki Boltan bi kurdî daxuyanî xwend û nûçegihana Şûjinê Aysel Işik jî bi tirkî daxuyanî xwend. Boltan diyar kir ku her çiqas salek di ser OHAL’ê re derbas bûye jî aramî pêk nehatiye û jiyan ji jiyînê derket û vegeriya bûye zîndan.

TABLOYA MATMAYÎBÛNÊ

Boltan destnîşan kir ku di serdema OHAL’ê de li dijî saziyên çapemeniyê û rojnamgeran geşedanên xerab qewimîne û wiha got: “370 rojnmeger hatin binçavkirin. 119 rojnameger hatin girtin. 129 rojnameger hatin darizandin. Tenê di 20 rojên bihorî yê meha Tîrmeha 2017’ê de 18 rojnameger hatin binçavkirin. Rojnamegerek hatin girtin. 3 malperên înternetê ji aliyê Saziya Ragihandina Hevgirtî (BTK) ve 5 car ji vekirina şopdaran re hat astengkirin. Rojnamegerek hat cezakirin. 20 rojnameger hatin darizandin. 4 rojnameger ji 7 rojan zêdetir di bin çavan de hatin girtin. Bi giştî 170 rojnameger îro li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne. Ji 301 rojnamegeran re bi giştî 142 car cezayê muebeta giran, 5 car muebetê, 4 hezar û 259 sal û 10 meh ceza hat xwestin.”

‘DEMILDEST BERDIN’

Boltan bibîr xist ku nûçegihanên dîhaberê Nurî Akman û Erdogan Alayumat û xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya Zekî Erdem û Mehmet Emîn Yilmaz bi rojane bi awayekî dij hiqûq di binçavan de ne û ew wek Însiyatîfa Rojnamegerên Azad van pêkanînan qebûl nakin û bi tûndî şermezar dikin. Boltan got ku ew daxwaz dikin hevalên wan rojnameger demildest serbest bên berdan û ji wan lêborîn bê xwestin.

'BILA HEMÛ HEVALÊN ME BÊN BERDAN’

Nûnerê TGS’a Amedê Mahmut Oral jî axivî û ji bo rojnamgerên binçavkirî û yên girtî ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyê ji bo rojnamegeriyê herî rojên tarî tên jiyîn. Her roj li her devera Tirkiyê rojanmeger tên girtin û binçavkirin. Di derbarê rojnamgeran de doz tên vekirin. Akman, Alayumat, Erdem û Yilmaz ên di binçavan de bila serbest bên berdan û rojnamgerên girtî jî bila demildest bigihîjin azadiya xwe. Ez bang li hemû hevpîşeyên me dikim ku bên cem hev û xwe birêxistin bikin.”

Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.