Rêvebera HDP’a Kerboranê hat binçavkirin

MÊRDÎN – Rêvebera Rêxistina HDP’a Kerboranê Rabîa Arjîn Gevcan hat binçavkirin.

Li gundê Xelîla yê bi ser navçeya Kerborana Mêrdînê polîsan bi ser mala Rêvebera Rêxistina HDP’a Kerboranê Rabîa Arjîn Gevcan ve girt. Piştî lêgerîna li malê Gevcan hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê. Hinceta binçavkirina Gevcan nehat hînbûn.