NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Rêveberiya PYD'ê ya xeta rojhilat a Kobanê, ji hêla kesên ne diyar ve hat qetilkirin.
Li gorî nûçeya ANHA'yê Endamê Rêveberiya PYD'ê ya xeta rojhilat a Kobanê Mihemed Mamo Bergel, di 17'ê Tîrmehê de piştî telefonek jê re tê ji mala xwe derdikeve û careke din venagere. Rojek şûn de cenazeyê Mihemed Bergel li gundekê herêmê tê dîtin. Hat diyarkirin ku li ser canazeyê Bergelê şopên îşkenceyê hene.
Li gorî agahiyan maşîne û hemû tiştên di bêrîka Bergel de jî hatine dizîn. Hêzên Asayîşê der barê bûyerê de lêkolînê dan destpêkirin.
Mihemed Mamo Bergel ji Kobanê ye û ji destpêka şoreşê de cihê xwe di nava tekoşînê de digire û ji destpêka şer de yek ji kesên ku cihê xwe di şerê li dijî çeteyan de digrtî bû, her wiha yek ji kesên ku beşdarî rizgarkirina Kobanê bûbû.