Di lêpirsîna Mala Piştgiriya Gel de 2 kes hatin girtin

AMED - Di lêpirsîna Mala Piştgiriya Gel a Amedê (EDEV) de 2 kes hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, der barê xebatkarên Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya Peyasê de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsîna EDEV'ê de 5 kes hatin binçavkirin û ji 5 kesan 2 kes hatin girtin. Li lêpirsîna dozgeriyê de Musa Ayman, Mustafa Balin û Berfin Aydogan hatin berdan û Fatma Şik Metin Ablay, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê ye" sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hatin kirin. Heyata dadgehê jî bi heman hincetê 2 kes girtin û şandin girtîgehê. Di heman lêpirsînê de Avaşin Kuçukbiltekin, Beyaz Kaya, Nadire Karakoyun û Dilan ku piştnavê wê nehat zanîn di 18'ê Tîrmehê de bi şertê kontrol hatibûn berdan.

Ali Rıza Akdenîz, Ali Rıza Ozkal, Mehmet Ali Altunkaynak jî nayê zanîn ku kengî sewqî dozgeriyê bên kirin. Hat zanîn ku der barê 16 kesan de jî biryara binçavkirinê heye.