Kuçeya ku hatibû vekirin, dîsa hat vekirin

WAN - Şaredariya Rêya Armûşê ya ku qeyûm hat tayînkirin, di sala 2016'an de Kuçeya Sîwanê (Şemsiyeli Sokak) vekiribû, bi tevlêbûna wekîlê AKP'î careke din kuçe hat vekirin.

Şaredariya Rêya Armûşê berî ku bi rêya qeyûm bê xespkirin, di destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû. Şaredariyê di sala 2016'an de Kuçeya Sîwanê vekiribû, qeyûmê AKP'î cara duyemîn kuçe vekir. Kuçeya mijara gotinê yek jî kuçeyên herî qelebalix a Wanê ye, di 4'ê Tîrmeha 2016'an de hatibû vekirin, qeyûm Cemîl Ozurk û Wekîlê AKP'ê yê Stenbolê Metîn Kulunk bi artêşa parêzvanan re hat kuçeyê û qaşo kuçeyê ji xizmetê re vedikin. Qeyûm û Kulunk ê AKP'î di bin parasina polîsên sivîl de esnaf ziyaret kirin.