EDENE – Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag ku berê 10 meh ceza lê hatibû birîn, carek din hat cezakirin.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag berê li Dadgeha Edeneyê rastî 10 meh cezayê girtîgehê hatibû û wekîltiya wê û endamtiya wê ya partiyê hatibû xistin. 11’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Edenê bi îdîaya “Bi awayekê vekirî Hikûmeta Komara Tirkiyeyê kêm dixe” salek ceza dabû Yuksekdag. 4’emîn Daîreya Dadgeha Îdarî ya Herêma Dîlokê salek cezayê Yuksekdag erê kir.
Yuksekdag, di 12’ê Cotmehê li Qada Ugur Mumcu ya Edeneyê beşdarî çalakiya li dijî komkujiya 10'ê Cotmehê bûbû. Der barê axatinên Yuksekdag de li 11’emîn Dadgaha Cazayê Aslî ya Edeneyê doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê di 8’ê Hezîranê de li 11'emîn Dadgeha Cezayê Asliye hat dîtin û salek cezayê girtîgehê birî. Di
Berê jî 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ji ber axaftina berê ya Yuksekdag bi îdîaya “Propagandya rêxistinê kiriye’ 10 meh cazayê girtîgehê birîbû.