REQQA – Şervana YJŞ’ê ya êzîdî, Hêzda Şengal a li Reqqayê di destê DAIŞ’ê de dîl hatibû girtin, piştî azad bû qata lê dîl hatibû girtin jî azad kir. Hêzda Şengal serpêhatiyên xwe vegot û wiha got: “Ewil em hemû wek xelat hatin dayîn. Pişt re jî me difirotin hin kesên din. Dibistan û derdora wê kiribûn bazar. Niha me ew cihên dîlgirtinê tev azad kirin."
Ji bo azadkirina Reqqa operasyona “Cenga Mezin” di roja 46’emîn berdewam dike. Şervanên QSD’ê li eniyên rojava û başûr bi operasyonan nefesê li DAIŞ’ê teng dikin. Li Reqqayê ji ber operasyona şervanên QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê ketine dû revê û her deverê bajêr tê rizgarkirin. Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji bo piştgiriya QSD’ê û bi boneya jinên êzidî yên di destê DAIŞ’ê de rizgar bike tevlî operasyonê bûn û wateyeka mezin li cengê bar kir. Di 3’ê Tebaxa 2014’an DAIŞ’ê êrîş bir ser Şengalê û herema wê û bi hezaran jin û zarokên êzdiî dîl girtin. Yek ji van jinên dîl hat girtin jî şervana YJŞ’ê Hêzda Şengal e. Şengal 17 saliya xwe de di fermana 74’emîn de bi tevlî 25 xizmên xwe dikevin destê DAIŞ’ê. Şengal û yên pê re li navçeya Xanesora Şengalê ji aliyê erebên destek didin DAIŞ’ê tên dîl girtin û wan dibin Reqqayê.
10 MEH LI REQQAYÊ DÎL MAYE
Şengal ewil li Şengalê li cihek wek zîndanê tên girtin û li vir ji zilam û jinan cuda tê ragirtin. Pişt re Şengal û xizmên wê dibin Musilê û li vir şahidiyê ji kesên tên înfazkirin re dike. Şengal li Musilê ji malbata wê vediqetînin û bi tevlî hezaran jin dibin Reqqayê.
Şengal a ku 10 mehan li Reqqayê dîl tê girtin bi dorê difiroşin 3 çeteyên DAIŞ’ê. Şengal her sê caran jî hewl dide xwe întîxar bike lê pêk nayê û her car jî rastî tundiya îstîsmara zayendî û cûreyên tundiyê tê. Şengal a ku wek cariye tê firotin, bi alîkariya malbatek kurd li Reqqayê tê revandin û radestî hêzên QSD’ê tê kirin. Piştî ku Hêzda Şengal vedigere Şengalê tevlî nav refên YJŞ’ê dibe û malbat û xizmên xwe li Musil û Reqqayê winda dike. Şervanên YJŞ’ê ku bi dirûşma “Em ê tola jinên êzidî hildin” cihê xwe di nav cenga mezin de girtin û li eniyên stratejik parastin û şer dikin.
DI DOJEHA TEBAXÊ DE MUSIL Û REQQA
Şengal vegeriya cihê ku bi mehan di destê DAIŞ’ê de dîl girtî bû û niha jî ji bo azadkirina jinên êzidî li berxwe dide û dem bi dem jî dema ew kêliyên rojên tarî yên li Reqqayê tên bîra wê xemgîn dibe. Şengal bêhnek kûr distîne û di nav bêdengiyekî de serê xwe radike û dest bi behsa wan rojan kir.
HER FERDEK FIROTIN CIHÊN CUDA
Şengal bal kişand ser rojên dojehê yên 2014’an û wiha got: “Ew qîrîn û bangên germahiya tebaxê hêj di kerika guhê min de diçin û tên. Piştî zilam hatin qetilkirin, jinên extiyar û ciwan û zarok bi dorê ewil birin Tel Afer, Musil û Reqqayê. Ji bilî dayik û bavê min 25 ferdên malbatê dîl hatin girtin. Ji yek saliyan heta kal û pîran 25 endamên malbata min di destê wan de bûn. Ap û keçikên wî li Musilê ji me qetandin. Yên din jî hemû li Reqqayê ji hev qetandin. Her yekê difirotin kesên cuda.”
MALBAT WÊ KUŞTÎ DIZANIBÛ
Şengal wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yên beriya min xwe xelas kiribûn ji dayik û bavê min re gotine ku ez rizgar bûme. Wan nizanibû ez dijîm. Piştî ez hatin rizgarkirin min ji wan re negot ez hatime rizgakirin. Dema ez çûm Şengalê min biryara xwe dabû ku ez ê tevlî YJŞ’ê bibim. Salek û nîv min perwerdehî dît. Piştî perwerdehiyê ewil min di nav xebatên siyasî de cih girt. Li Şengalê me mal bi mal xebat dida meşandin. Di çarçoveya vê xebatê de me hevûdin dît. Dema min dîtin hem bextewar bûn û hem jî xwe ji min xeyidandin. Me hevûdin hembêz kir û em bi saetan giriyan.”
BAZARA KOLEBÛNÊ RIZGAR KIR
Şengal ji cihê xwe rabû li derdora xwe nêrî û pirsa “Cihê ku te lê girtin tê bîra te?” wiha bersivand: “Ev der taxa Sînna ye.” Şengal cihê lê dîl girtî mabû îşaret kir û wiha axivî: “Cihê ez lê girtî bûm wê dibistana serê wê sor e. Ewil me xistin jêrzemîna dibistanê. Ji bo kes nereve me li wir veşartin. Tenê çeteyan dizanibû em li wir in. Piştî bû sibeh me ji wir derxistin û me li wê derdorê gerandin. Serçete û çete dihatin wir û jinên diecibandin dibirin. Ewil me hemûyan wek xelat didan. Pişt re jî me firotin hin kesên din. Ev dibistan û derdora wê wek cihê bazarê dihat bikaranîn. Niha jî me vî cihê ku em wek kole digirtin azad kir. Cihê em lê hatine bicihkirin kêleka surên dîrokî ye. Parastina deriyê sûran para me ye. Ew cihê ku wek bazarê bikar dianîn li tenişta rastê ya cihê ku em lê cih digirin. Me li wan deran jî operasyon pêkanîn. Kontrola wan deveran jî di destê me de ye.”
Nazim Daştan - dihaber