Velî Saçilik binçav kirin

ENQERE- Çalakiya piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ya Kolana Yukselê, di roja 254’an de berdewam kir. Polîsan êrîşî çalakiya “Em karê xwe dixwazin” kir û Velî Saçilik û Dervîş Larmî binçav kirin.

Greva birçûbûnê ya Akademîsyên Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça ya li Girtîgeha Tîpa F Sîncanê di roja 134'an de didome. Çalakiya “Em karê xwe dixwazin” a Kolana Yukselê jî di roja 254'an de berdewam kir. Çalakvanan xwest li ber Bîrdariya Mafên Mirovan daxuyaniyê bide. Ji ber polîsan destûr neda, çalakvanan jî bi israr xwestin daxuyaniyê bidin.

SAÇILIK Û LARMÎ BINÇAK KIRIN

Polîsan êrîşî çalakgeran kirin û pankarta çalakvanan çirandin. Polîsan piştî mudaxeleya Velî Saçilik û Dervîş Larmî binçav kirin. Dema Larmî siwarê wesayîtê kirin Saçilik û Larmî dirûşmên “Em kedkarin, mafdarin, em ê qezenc bikin” berz kirin.