33 dildarên Şoreşa Rojava hatin bibîranîn

STENBOL - 33 dildarên Şoreşa Rojava yên di komkujiya Pirsûsê de hatin qetilkirin li Stenbolê hatin bi bîranîn. Di çalakiyê de peyana "Dê tu xeyal nîvço nemînin" hatin dayîn û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay ev tişt got: "Hêviya 33 rêwiyên heqîqetê yekitiya gelan bû. Ev êrîş li dijî yekitiya gelan pêk hatiye."

Di pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de, ji bo ji nûve avakirina Kobanê 33 ciwan ketin rê, dema li navçeya Pirsûsê ya Rihayê daxuyanî didan, êrîşek bombeyî pêk hat û bi dehan ciwan hatin qetilkirin. Di 2'yemîn salveger komujiyê de hêzên hov hatin şermezarkirin û kesên jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn. Bi dehan kes li Goristana Karacaahmet a Uskudarê li hev civiyan û daxuyanî dan.

Di çalakiya bîranî ya li ser gora Ece Dînç hat lidarxistin de, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, rêveberên Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), endamên SGDF'ê û gelek kes beşdar bûn.

Hevberdevka SGDF'ê Ceren Çoban axivî û da zanîn ku kesên li Pirsûsê şehîd ketin, bê mirin in û got ku "Dê tu xeyal nîvço nemînin."

'XEYLA WAN YEKITIYA GELAN BÛ'

Kemalbay destnîşan kir ku komkujiya Pirsûsê wêneya nêz a Tirkiyeyê ye û wiha axivî: "Ev têkoşîn ji bo gelan bîne gel hev, gaveke gelek girîng bû. Xeyala 33 rêwiyan yekitiya gelan bû. Ev êrîş li dijî yekitiya gelan pêk hatiye. Kêngê gelê tirk û kurd hatin gel hev, êrîşên wiha pêk hatin."

'KOMUJIYA CIWANAN A YEKEMÎN BÛ'

Cihekê din ê bîranînê jî Sultangazî bû. Îsmet Şeker, Cemîl Yildiz û Duygu Tuna yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, li Goristana Taxa Geziyê hatin bibîranîn. Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Wekîla HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Alîkara Serokê Giştî yê ESP'ê Fîdan Çelebî jî di nav de, gelek kes beşdar bûn.

Çelebî da zanîn ku bi komkujiya Pirsûsê re, pêvajoya şer li welat hatiye destpêkirin û got ku "Qedera vê axê bi komkujiya Pirsûsê re diyar bûye." Keça Îsmet Şeker, Dîlek Şeker jî ev tişt got: "Du salên me bi bîranîna bavê me derbas bû. Ev du sal e em li kuçeyan in. Dilê me dişewite. Sed sal jî derbas be, em ê ji rêya xwe venegerin."

Wekîla HDP'ê û Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîryet Taşdemîr jî da zanîn ku piştî komkujiya Pirsûsê, vê êşê têkoşîna di dilê wan de mezin kiriye û wiha pê de çû: "Em wekî jin, ciwan û gelên li welat, em ê xwedî li xeyalê 33 rêwiyan derkevin." Hevberdevka HDK'ê Koçyîgît jî destnîşan kir ku ev dîrok, destpêka komkujiyên DAIŞ'ê ye û wiha axivî: "Ji têkoşîna me ya hevpar ditirsin. Dê gava edaletê ya ji bo Pirsûsê, ji bo her kesî bibe edalet."

Piştî peyama bîrnaînê li ber Komeleya Pîr Sultan Abdal a Taxa Geziyê hat xwendin, bîranîn bi dawî bû.