ENQERE - Di 10’ê Kanûna 1948’an de heta niha 10’ê Kanûnê wekî Roja Mafên Mirovan a Cihanê tê pîrozkirin. Serokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê û Parlementerê BDP’ê yê berê Akin Bîrdal têkildarî 10’ê Kanûnê Roja Mafê Mirovan a Cîhanê de got, îşkence bi awayekî sîstematîk tê meşandin, huqûqa dijminatî li Tirkiyeyê tê bikaranîn û hemû gelên mûxalîf wekî dijmin tên dîtin.
Di dîroka mirovahiyê de ji bo mafên mirovan rojên taybet hene. Yek ji wan rojan jî Roja Mafên Mirovan a Cîhanê a ku her sal di 10’ê Kanûnê de tê pîrozkirin e. Di cîhanê de gelek dewlet hene ku mafê mirovan heta dawiyê bi awayekî demokratîk û hiqûqî diparêzin. Dema ku mirov li Tirkiyeyê dinêre li gorî daneyan mafê mirovan herî zêde li Tirkiyeyê tê îhlalkirin û bin pê kirin. Li Tirkiyeyê bi dehan gelên ku baweriyên wan cûda hene. Lê tu caran baweriya wan gelan bi awayekî hiqûqî û demokratîk nehatiye pejirandin û naskirin. Di avakirina Komarê de heta niha li Tirkiyeyê tu caran mafê gelên cûda li gorî hiqûqa rasteqîn nehatiye nîqaşkirin û şîrovekirin.
Li Tirkiyeyê bi taybet her tim li dijî gelê kurd binpêkirina mafê mirovan berdewam kiriye û bi taybet di dewra AK Partiyê ya 14 salan de ev binpêkirin gihîştine asta herî jor. Di sala 2015’an heta niha li Bakurê Kurdistanê li hemberî gelê kurd şerekî taybet tê meşandin û mafê gelê kurd ê Bakurê Kurdistanê yên jiyanî tê îhlalkirin û binpêkirin. Di nava salekê de bi sedan jin, pîr,kal, ciwan û zarokên kurd ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin û di encama şer de bi sed hezaran gelê kurd mecbûr man gund, bajar û navçeyên xwe terikandin û koçberî bajarên cûda hatin kirin. Ne tenê li derve di girtîgehan de jî tunditiya li dijî girtiyên siyasî her roj zêde dibe û mafên wan ê takekesî û jiyanî tê binpêkirin. Bi taybet piştî OHAL’ê girtiyên siyasî tên sirgûnkirin û di dema sirgûnan de rastî îşkence û mûameleyên kirêt tên.
Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) yê berê û Parlementerê BDP’ê yê berê Akin Bîrdal têkildarî 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê de axivî û diyar kir ku, dewleta ku dixwaze darvekirinê bîne niha ji bo Pergala Serokatiyê nîqaşa referandûmê dike. Bîrdal anî ziman ku, ew vê yekê wekî tehdît dibîne û ger her kes vê baş bişopîne dê bibînin ku dewlet bi her awayî gelê demokrat tehdît dike.
‘TU KES NIKARE LI TIRKIYEYÊ QALA DEMOKRASIYÊ BIKE’
Bîrdal da zanîn ku niha mafê zadî û jiyana mirovan bi tu awayî nayê dîtin û wiha axivî: “Mixabin niha mirov bi taybet li Tirkiyeyê nikare qala azadiya jiyana mafê mirovan bike. Azadiya jiyana mafê mirovan niha wekî xevnekê tê dîtin û her roj ber bi çavên me de derbas dibe. Ger ku di dewletekê de qala azadiya mafê jiyana mirovan neyê kirin, li wir tu kes nikare qala demokrasiyê jî bike. Lê dema ku mirov lê dinêre hemû rayedarên Tirkiyeyê her tim radibin û qala demokrasiya Tirkiyeyê dikin. Ev axaftin çiqas raste divê em hemû li ser van gotinan bifikirin û nîqaşên objektîf bikin. Dema ku mirov nîqaş li ser vê mijarê kirin, dê bê dîtin ku tu kes nikare peyva demokrasiya Tirkiyeyê bîne ziman.”
‘RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN TENÊ HATIN HIŞTIN’
Bîrdal da xuyakirin ku, hemû dewletên cîhanê destkeftiyên mafên mirovan tune dihesibînin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî şerê mezin ê cîhanê hemû dewletên navneteweyî mafê azadiya gelan tune dihesibînin. Mafê ku gelan bi awayekî demokratîk dest xistin niha ji aliyê dewletên cîhanê yên ku dibêjin em berpirsyarên azadiya hemû gelan in tên binpêkirin û tune tên hesibandin. Piştî şerê sar ê cîhanê rêxistinên mafên mirovan tenê hatin hiştin û ji aliyê tu kesê ve piştgirî nehat dayîn. Ger dewletên cîhanê yên ku her tim qala mafê mirovan dikin piştgiriyê nedin rêxistinên mafên mirovan, wê demê dê pirsgirêkên mezin derkevin holê û azadiya gelan dê bikeve xetereyê de.
'DIJMINÊ AZADIYÊ YÊ HERÎ MEZIN ÇEK E'
Bîrdal dest nîşan kir ku, hemû dewlet niha ji bo çekan aboriyekî zêde diveqetînin û axaftina xwe wiha domand: “Di cîhanê de veqetandina aboriya çekan her ku diçe zêde dibe. Ya ku mafê mirovan tehdît dike şer e. Ji ber ku şer jî bi çekan tê kirin û veqetandina aboriya çekan jî di cîhanê de zêde ye, ev yek ji bo azadiya mafê mirovan tehdîtekî herî mezin derdixe holê. Di dewra şerê sar ê cîhanê de herî zêde 700-800 milyar dolar ji bo çekan dihat veqetandin lê niha mirov lê dinêre 1-2 trilyon milyar dolar ji bo çekan tê veqetandin. Şer niha di rotayê de derketiye û bi taybet ji bo gelê Rojhilata Navîn tehdîtek mezin derxistiye holê. Her dewlet ji bo berjewendiyên xwe axa gelan rehîn digirin û li wir mafê azadiya gelek gelan binpê dikin. Ger mijar berjewendî be mafê tu gelan nayê naskirin.”
‘MAFÊ JIYANÊ BI DARVEKIRINÊ TÊ TEHDÎTKIRIN’
Bîrdal anî ziman ku, mekanîzmayên dewletê tên bi kar anîn û wiha domand: “Tirkiye endamê Neteweyên Yekbûyî û AGÎT’ê ye. Tu caran li Tirkiyeyê mafê mirovan ewqas tune nehatibû hesibandin. Piştî OHAL’ê û derxistina Biryarnamayên di Hikmê Qanûnê de binpêkirina mafê gelan, bi taybet mafê gelên ku wekî îxtîdarê nafikirin gihîşt asta herî jor. Di serî de mafê jiyanê niha bi nîqaşên darvekirinê tê tehdîtkirin. Rayedarên dewletê dixwazin Tirkiyeyê 15-20 salan paş ve bibin û jiyanê ji bo hemû gelên demokrat tarî bikin. Ji ber vê yekê behsa darvekirinê dikin û bi vî awayî dixwazin gel bêdeng bikin û bitirsînin. Lê binêrin dewleta ku dixwaze darvekirinê bÎne niha ji bo Pergala Serokatiyê nîqaşa referandumê dike. Bi rastî ez vê yekê wekî tehdît dibînim û ez bawerim kesên ku baş bişopînin ew jî dê bizanin ku dewlet bi her awayî gelê demokrat tehdît dike.”
‘AZADIYA ÇAPEMENIYÊ QEDEXE DIKIN’
Bîrdal anî ziman ku, azadiya çapemeniyê û azadiya xwe îfadekirina gelan hatiye qedexekirin û ev tişt anîn ziman: “Niha girtîgehên Tirkiyeyê bi rojnamegeran tejê bûne. Wekî ez dizanim niha 146 rojnamegerên ku wekî hikûmetê nafikirin di girtîgehan de tên girtin. îşkence bi awayekî sîstematîk tê meşandin û hiqûqa dijminatî li Tirkiyeyê tê bi kar anîn.Yên mûxalîf hemû wekî dijmin tên dîtin. Dewlet ji bo gelên mûxalîf mafê azadî û jiyanê zêde dibîne û dibêje tu mafê azadî û jiyanê ya gelên mûxalîf tune ye. Tu caran mafê hilbijartinan ewqas nehatibû îhlalkirin. Gelo ger hûn qala demokrasiyê dikin hûn çima mafê azadiya gelan naparêzin û nasnakin? Ev pirs ji bo wan kesan e yên ku her tim radibin li Tirkiyeyê qala demokrasiyê dikin. Mixabin sed mixabin li Tirkiyeyê azadiya mafê jiyana gelan ji aliyê hikûmetê ve nayê naskirin.”
‘EM Ê JIYANEKÎ AZAD Û WEKHEV AVA BIKIN’
Bîrdal bal kişand ser girtina siyasetmedarên kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewlet dê girtina hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Demokratîk HDP’ê, şaredarên DBP’ê û tayînkirina qeyûman ên li dijî şaredariyên kurd çawa bibersivîne e gelek merak dikim. Ne tenê dewlet, çima Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê li dijî van girtina siyasetmedarên kurd ên k udi parlementoyê de soyasetekî demokratîk dikin bêdeng dimîne? Belê tenê radibin dibêjin ku em van girtinan şermezar dikin. Biborin tenê şermezarkirin têrê nake, mafê we heye ku hûn mûdaxaleyê vê siyaseta hikûmeta AK Partiyê bikin. Em bi mehan e vê siyaseta AK Partiyê rexne dikin. Di Peymana Îkîzler û Peymana Navneteweyî ya Ewropayê de dibêje ku yên mafên mirovan binpê dikin derbarê wan de ceza tê birîn. Ger Neteweyên Yekbûyî li dijî van binpêkirina mafên mirovan de bêdeng bimînin dem dê bê ew jî nikarin mûdaxaleyê bikin û vê rewşê sererast bikin. Divê niha li Tirkiyeyê hemû kes bibe parêzvanê mafê mirovan û tu kes li dijî van binpêkirinan bêdeng nemîne, ji bo xeyala mafê azadiya jiyanê tekoşîna xwe bi awayekî hêz bide meşandin. Teqez em ê di vê erdnîgariya Tirkiyeyê de cîhanekî azad û wekhev ava bikin û ji bo vê jî niha tekoşîn tê meşandin.”
Ferît Dere - dîhaber