Odeya Tabîban a Amedê: Binçavkirin bêrêziya li hember hekîmtiyê ye

AMED – Odeya Tabîban a Amedê li dijî binçavkirina endam û serokên odeyê yên berê, nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku binçavkirin bêrêziya li dijî nirxên hekîmtiyê ye û xwestin hevalên wan demildest bên berdan.

Odeya Tabîban a Amedê li dijî binçavkirina serokên odeyê yên berê û endamên wan ên duh li Amed û Edeneyê hatin binçavkirin, li avahiyê Odeyê civîna çapemeniyê pêk anîn. Rêveberên Odeyê, Şaxa ÎHD’a Amedê, TÎHV, KESK, TMMOB û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl beşdar bûn.

‘BINÇAVKIRIN BÊHURMETIYE’

Di civînê de ewil Endamê Konseya Navenda Yekîtiya Odeya Tabîban Dr. Şêyhmus Gokalp axivî û got ku welat her roj bi rojên tarî ji xewê şiyar dibe û her ku diçe rojên tarî zêde dibin. Gokalp destnîşan kir ku her roj ji rojnamgeran bigire heta bijîşk, parazvanê mafê mirovan, kedkar û siyasetmedar tên binçavkirin û girtin û wiha got: “Duh ji bi ser mala hevalên me ku di nav civakê de tên nasîn de girtin û hatin binçavkirin. Van hevalên me beriya niha jixwe çûne li emniyetê îfade dane. Em binçavkirina hevalên xwe yên bijîşk rast nabînin û şermazar dikin. Em vê yekê wek bêhurmetiyê dibînin.”

‘BINÇAVKIRINA KÊFÎ YE’

Rêveberê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Erdal Sayyîgît jî daxuyaniya hevpar ku hatibû amade kirin xwend û diyar kir ku ew bi tu awayî binçavkirina hevalên wan ên ku ji aliyê raya giştî ve tên nasîn rast nabînin û di nav civakê de wek kesên zelal tên nasîn. Sayyîgît da zanîn ku binçavkirina hevalê wan li dijî hiqûqa gerdûnî ye û bi awayekî kêfî hatine binçavkirin.

‘DIVÊ KU HEVALÊN DEMILDEST BÊN BERDAN’

Sayyigît binçavkirina bijîşkên hevalê xwe wek “bêhurmetiyê” nirxand û wiha domand: “Em daxwaz dikin ku hevalên me demek beriya demekî serbest bên berdan. Serokên odeya me yên berê Dr. Selçuk Mizrakli, Dr. Şemsettîn Koç û yên bi wan re divê serbest bên berdan.”

PEYAMA HEVGIRTIN Û BERXWEDANÊ

Piştî daxuyaniyê rêveberên KESK û TMMOB’ê jî axivîn û li dijî êrîş û pêla binçavkirinê ku her roja diçe zêde dibin peyama hevgirtinê û berxwedanê dan.