Serlêdana 672’yan jî hat redkirin

STENBOL – Daxwaza parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi armanca ku bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin pêk bînin, ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Bursayê ve hat redkirin. Ev 672 serlêdanin tên redkirin.

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dinç, Faik Ozgur Erol û Cengîz Yureklî bi armanca bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, cara 672'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û xwestin biçin Îmraliyê. Lê Sedozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza wan red kir. Daxwaza parêzeran bi hinceta qanûna der barê Înfaza Tedbîrên Ewlehî û Ceza ya Hêjmara 5275'an a sînorkirina mafê hikumxaran, hat redkirin.

Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin kiribûn. 672 car e daxwaza parêzeran bi hinceta “muxalefeta hewayê heye" “koster xera be ye", “koster di tamîrê de ye" û “OHAL e” destûr nayê dayîn ku parêzer biçin Îmraliyê.