BEDLÎS- Parlementera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat li Tetwanê hat binçavkirin.
Li Tetwanê, bi hinceta der barê wê de biryara zevtkirinê heye Parlementera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat hat binçavkirin. Hat hînbûn ku ji ber dozeke li Îzmîrê, Irgatê ji bo îfadedayînê birine Edliyeya Bedlîsê.
Di sala 2015'an de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xwestin ku li Îzmîrê mîtîngek bê lidarxistin, lê belê Walîtiya Îzmîrê mîtîng qedexe kiribû. Li ser vê Irgatê jî biryara walîtiyê protesto kiribû. Ji ber hevokên ku bi kar aniye der barê Irgatê de doz hatibû vekirin û danişîna dozê hat dîtin. Doz li 40'emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Îzmîrê hat dîtin û b tawanbariya "pesindayîna sûc û sûcdar" der barê Irgatê de 2 sal cezayê girtîgehê hatibû xwestin. Bi hinceta Irgat beşdarî dozê nebûye, der barê wê de biryara zevtkirinê hatibû dayîn.