DERSIM - Ji ber ku bejahiya gundê Hanê yê girêdayî navçeya Qisle ya Dersimê hat bombebarankirin, gund hat valakirin. Ji ber bombebarana ku ji duh şevê ve didome, gundî nikaribûn vegerin û serî li baroyê dan. Hat diyarkirin ku hin gundî jî hatine binçavkirin.
Di çarçoveya operasyona leşkerî de bejahiya gundê Hanê yê girêdayî navçeya Qisle ya Dersimê ye tê bombebarankirin. Ji ber bombebaranê gundî pêşî mecbûr man malê xwe biterikînin, niha jî nikarin vegerin.
NAHÊLIN GUNDÎ BIÇIN
Bombebarana hewayî duh berêvarkî dest pê kir û navenda gund û derdora wê bi helîkopterên kobrayî tên gulebarankirin. Ji ber bombe li nêzî navenda gund dikevin, gundî neçar man ku xwe li Pira Sor a girêdayî navçeya Pilemûriyeyê ye bihêwirînin. Gundiyan şeva xwe li vir derbas kir û paşê hewldan vegerin gundê xwe, lê belê leşkeran ew asteng kirin. Gundiyê bi navê Mûstafa Ûçan li ser astengiya ku bi hinceta "Ewlehiyê" tê kirin jî hewl da biçe gundê xwe, lê belê leşkeran ew binçavkir û birin navenda Dersimê.
SERÎ LI BAROYÊ DAN
15 gundiyên hatin navenda bajêr, ji bo alîkariyê serî li Baroya Dersimê dan.