ENQERE- Li Enqereyê, polîsan mudaxileyî welatiyên ku xwestin 33 ciwançn ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr bînin, kir. Di daxuyaniyê de dema dema behsa Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça hat kirin, polîsan mudaxile kir û di mudaxileyê de herî kêm 9 kes binçavkirin.
Bi sedan welatiyan xwest ku li Kolana Sakaryayê ya Enqereyê, 33 ciwanên ku di 20'ê Tîrmeha 2015'an de dema bi pêşengiya ciwanên SGDF'î xwestin alîkariya Kobaniyê bikin û ji bo vê berê xwe dan Pirsûsa Rihayê û di teqîneke li hemberî ciwanên SGDF'î de jiyana xwe ji dest dan de, bi bîr bînin. Di daxuyaniyê de dema behsa rewşa Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça hat kirin, polîsan anosn kir ku kom belav bibe.
Lê belê welatiyan axaftina xwe domand û li ser vê polîsan bi guleyên plastîk û gaza îsotan mudaxileyî wan kir. Di mudaxileyê de herî kêm 9 kes hatin derbkirin û binçavkirin. Hîn jî polîs li qadê ne.