COLEMÊRG – Li Colemêrgê ji zozanên nehatine qedexekirin yek jê jî Zozana Olediriyê ye. Bi hilatina rojê re bêrîvan dikevin rê û rojê du caran pez didoşin û penêr çêdikin. Bêrîvan, hefteyekê penêrê xwe di nav ava sar de diparêzin û paşê li ser pişta hesp û hêstiran dişînin gund.
Şêniyên gundê Dêzê û Kêrîser ên girêdayî Colemêrgê, li Zozana Olediriyê pezên xwe diçêrînin. Bêrîvan jî rojê du caran pez didoşin û ji şîrê dotine jî penêrê bigiya û xwerû çêdikin. Zozana Oledirî yek ji wan zozana ye ku li herêma Colemêrgê nehatiye qedexekirin. Bi hilatina rojê re bêrîvan berê xwe didin vê zozanê û di nav ava sar a zozanê de penêr çêdikin û ji bo xera nebe penêrê xwe di nav ava cemidî de diparêzin. Penêrê ku çêdikin piştî çend rojan şûnde bi hesp û hêstiran dişînin gund.
BI HILATINA ROJÊ RE DEST BI KAR Û BARÊ XWE DIKIN
Bi destpêka mehên biharê re gundî keriyên pezê xwe dibin zozanan û bi mehan li vir dimînin. Li zozanê şivan û bêrîvan jî di konên ku ji xwe re çêkirine de dijîn. Zozanvan hewcetiyên xwe bi hesp û hêstiran dibin û tînin. Ev zozan li pişt Çiyayê Simbil e û ji bo bêrîvanan roj zû dest pê dike. Bêrîvan, her roj saet di 05.00’an de şiyar dibin û rojê du caran pez didoşin. Şîrên xwe li ser tifikan dikelinin û dikin penêr. Bêrîvanên ku temamiya rojê bi karê dotina û zozanê re eleqedar dibin, êvarê jî penêr xwê dikin û dixin debok û mertereyan.
JI BER QEDEXEYAN NIKARIN GIYA BER HEV BIKIN
Bêrîvana bi navê Zubeyde Yîgît wiha got: “Her roj em gelek karî dikin. Em serê sibê saet di pêncan de radibin û heta derengiya êvarê em karê xwe dikin.” Bêrîvana bi navê Sitî Akdogan jî anî ziman ku ew li gor daxwaza û xwestekan penêrê bigiya û xwerû çêdikin, lê belê ji ber qedexekirina hereman ew îsal zêde nikarin siyabo ber hev bikin. Akdogan ev tişt gotin: “Niha li vir lorik, penêr û pincara me heye. Em penêrê xwe hefteyek li vir dihêlin û pişt re dişînin gund. Em penêr dixin bin erdê. Di payîzê de jî em difiroşin.”
HER ROJ 4 SAETAN PEZ DIDOŞIN
Ayten Yigît jî dest nîşan kir ku her roj nêzî 4 saetan pez didoşin û wiha got: “Em li vir bi saetan pez didoşin û gelek zehmet e. Hem germa rojê û hem jî germa hiriyê em dipijînin. Bêhna me diçikê.”
Kazî Cîn jî wiha axivî: “Dema berê em diçûn zozanên Bala û Spîxanê, rê hebû û li wir av zêde bû. Lê em niha nikarin biçin wir. Ev zozan di destê me de man û riya vir jî nîne. Ji neçarî em li vir dixebitin. Em li vir gelek zehmetiyan dikişînin.”
‘BILA QEDEXEYAN RAKIN’
Ubeyt Yîgît jî da zanîn ku di çûnhatinê de ew bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin û wiha domand: “Riya vir tune ye û av jî gelek hindik e. Me berê jeneratorên xwe dibir û em bi mehan li zozanan diman. Lê ji ber ku niha rê li vir tune ye em nikarin zêde bimînin. Em bi banehî li vir dimînin. Jiyana vir ji bo jinan gelek zehmet e. Em daxwaz dikin ku qedexeya li ser zozanan bê rakirin û riyên me bên çêkirin.”
‘AV GELEK KÊM E’
Omer Kanat ku 23 sal in li heremê şivaniyê dike jî di der barê jiyana zozanan de wiha got: “Ji ber ku hejmara sewalan kêm bûye gundî şivanekî digirin. Berê em ji sewalên xerîb ditirsiyan, lê niha em ji mirovan ditirsin. Gelek zozanên me yên xweş hene, lê em nikarin biçin. Li Zozana Olediriyê av gelek kêm e. Ez êvarê saet di 17.00’an de pez ji vir dibim û dotira rojê heta saet 10.00’an pez bê av dimîne. Ji ber vê yekê pez gelek bêaram eû li cihê xwe nasekine.”