AMED - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser êrîşên qeyûman ên li hemberî nirxên çand û hunera kurdî û wiha got: "Divê gelê kurd nirxên xwe radestî feraseta faşîzan û qetlîamker a AKP'ê neke."
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan, bal kişand ser pêkanînên qeyûmên ku tayînî şaredariyan hatine kirin û êrîşên wan ên ku di demên dawî de li hemberî çand û nirxên gelê kurd jî nirxand.
Arslan, dest nîşan kir ku AKP bi tayînkirina qeyûman li dijî vîna gel "darbe" pêk aniye û wiha axivî: "Em nêzîkatiya AKP'ê di nêzîkatiya wê ya li hemberî şaredariyên ku kurdan di hilbijartinan de bi awayekî demokratîk bi dest xistine de dibînin. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, AKP bi qeyûman li hemberî şaredariyên ku me bi awayekî demokratîk bi dest xistin darbe pêk anî. Heke li Tirkiyeyê behsa darbeyekê bê kirin, helbet darbeyeke leşkerî heye lê belê AKP jî darbeya xwe ya siyasî li hemberî hemû muxalifan pêk aniye û birêxistin kiriye. Em tînin ziman ku ev çewisandinên li hemberî şaredariyên DBP'ê û siyaseta kurd darbeyeke sivîl e. Çimkî AKP bi qeyûman dest daniye ser vîna gel."
Arslan, anî ziman ku di hedefa qeyûman de herî zêde ziman û çand û nirxên gelê kurd heye. Arslan got ku AKP çawa di siyasetê dixwaze kurdan bêerk bihêle, dixwaze di warê çandeyî de jî wan bê bandor bihêle. Arslan wiha domand: "Demidlest der barê kreşên kurdan ên wek Zarokîstanê ku bi kurdî perwerdehiyê didin biryara girtinê dan. Di warê çandî de jî xwestin navê Navenda Çandê ya Cegerxwînê biguherînin. Li Bazidê peykerê Ehmedê Xanî rakirin. Peykerên Roboskiyê û Ûgûr Kaymaz ku di bîra kurdan de cih girtine û komkujiyan sembolîze dikin rakirin. Li hêla din helw didin demgrafiya sûrê biguherînin. Dema em bi awayekî yekpare li vana hemûyan dinihêrin em dibînin ku di warê siyasî, çandî û civakiyî de heyînên vî gelî ne. Dema em li qeyûmên AKP'ê dinihêrin çawa ku siyaseta AKP'ê ji bo li hemû qadan kurdan paqij bike û bêbandor bike tevdigere, qeyûmên wê jî bi taybetî li hemberî çand û zimanê kurdî tevdigerin û li dijî heyînên ku sembola van nirxane dest bi êrîşan kirine."
'DIVÊ KURD NIRXÊN XWE RADESTÎ WAN NEKIN'
Arslan, dest nîşan kir ku di asasê têkoşîna azadiyê ya gelê kurd de çand û ziman heye û divê ew li her qadî ji bo xwedîderketina van nirxan bitêkoşin. Herî dawî Arslan wiha got: "Em dinihêrin ku hemû îcraetên qeyûman der barê tunekirina çand û zimanê kurdî ye. Nêzîkatiya wan ew e ku bi jiholêrakirina van nirxan re, têkoşîna kurdan lawaz bikin. Em tim dibêjin. AKP di warê siyasî û çandî de çi qasî bi ser kurdan de biçe bila biçe, lê em kurd ji bo zîndekirina bîr, bawerî û çanda xwe û ji bo rêveberiya xwe bi xwe em ê tim bitêkoşin û xwedî li nirxên xwe derkevin. Sedemeke van pêkanînên antîdemokratîk heye. Ew jî ji ber pêkanînên nîjadî, çand û zimanî yên ku Dewleta Komara Tirkiyeyê li ser kurdan disepîne. Baweriya me ev e ku, li dijî van pêkanînan divê gelê me û bi taybetî jî rêxistinên me xwedî li zimanê xwe û çanda xwe derkevin û biparêzin. Divê gelê me li dijî vê qirkirina çandî ya AKP'ê bisekine. Nirxên xwe biparêze. Divê gelê kurd nirxên xwe radestî feraseta faşîzan û qetlîamker a AKP'ê neke."